Fermandarê pêşmergeyên xwebexş birîndar bû

Fermandarê pêşmergeyên xwebexş Dr. Silêman di şerê li dijê DAÎŞê de birîndar bû. Dr. Silêman ji Almanya hat tevlî şer bû. Dema şerê DAÎŞê li Kurdistana Başûr destpêkir , Dr.Silêman hat Kurdistanê û tevlî şer bû.Silêman dest pêkir ji kesên xwebexş perwerde kir û hêzek ji wan pêkanî. Hêza Agrî di şerê DAÎŞê de rolek berbiçav leyizt.Dr. Silêman di operasyona Şengalê de bi zanyariya xwe ya leşkerî bi sedan pêşmerge ji teqîna bombeyên DAÎŞê rizgar kir.Dr. Silêman di encama teqîna bombeyekî û heman demê de êrîşa DAÎŞê de birîndar bû. Niha li Hewlêr di nexweşxanê deye. Rewşa wî ber bi başîyê veye.

Nerîna min :