CîhanDosya

Löfven: Ez bi we serbilindim

Serokwezîrê Swêd Stefan Löfven di çerçova serdana xwe ya Hewlêra paytextê Kurdistanê de, serdana hêza artêşa Swêd ya li Kurdistanê jî kir.
 
Di vê derbarê de serokwezîrê Swêd tora xwe ya medya civakî de behsa vê serdana xwe dike.
 
Serokwezîrê Swêd Stefan Löfven dibêje:
 “ Ji bo pirsa ewlekariyê min ev yek weşartî hişt. Lê bi tu awahî min nikariya ez ji Iraqê biçim heta serdana hêzên me li Hewlêr nekim. Ez şevekî li Hewlêr mam û min serdana Kampa ku hêzên me lêne kir. Min dît ev hêza Swêdî çewe xebatê dike û ew çewe dijîn û rewşa wan çiye.
 Di şerê li dijê DAÎŞê de perwerda wan ya ji bo pêşmergeya rolek gelek girng e.
Min kesên gelek hêja yên ji bo ewlehiyê aşitiyê arikarin û di nava hewldanê de dîtin. Bila ew bizanibin ez çikasî bi wan serbilindim û şanaziya li wan dikim.“
Back to top button