Wezîrê bergiriya Amerîkayê Ashton Carter di hevpeyvînek ya xwe de behsa rewşa Reqayê kir û got, şerê li dijê DAÎŞê li Suriye berdewam e û dê demek nêzik de operasyona Reqayê destpê bike. Herweha Carter da xuyakirin ku, ji bo destpêkirina operasyona Reqayê ew namînin hêviya dawîbûna Operasyona Musil.Reqa wek paytextê DAÎŞê tê nasandin û eve demek dirêje planên operasyona Reqayê tê amade kirin.Li ser heman mijarê wezîrê bergiriya Birîtanya Michael Fallon jî daxûyaniyek da û got: Hêzên kurdê beşdarî operasyonê dabin. Tenê hêzên Erebî yên xwecihî dê beşdariyê bikin.Ji bo Rusta jî Michael Fallon got ku ; Rusya nabe undurê aramiyê li Suriye. Ji ber ku arikariya rejima Esed dike û cihên opozisyonê bombebaran dike.Wek din Tirkiye bi tu awayî naxwaze YPG beşdarîyê operasyona Reqayê de bike û serokkomarê Tirkiye Erdogan bi çendî minasebeta de ev yek bi tundî aniye ziman.
Pêş
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
05/06/2026
Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Îranê bersiva êrîşên DYA da..!03/06/2026


