Cîhan

Fermandarê payebilind ê Hîzbullahê hat kujtin

Îsraîlê ragihand ku yek ji fermandarên payebilind ê Hizbullahê Hesen Huseyîn Selamî di êrîşek asmanî de li başûrê Lubnanê hatiye kujtin.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî. Hat ragihandin ku di êrîşê de yek ji fermandarên payebilind ê Hîzbullahê Hesen Huseyîn Selamî hatiye kujtin. 

Artêşa Îsraîlê di vê derbarê de daxuyaniyek da û got: „Yek ji berpirsên payebilind ê Hizbullahê li başûrê Lubnanê di êrîşa hewayî de hat kujtin“. 

Hat ragihandin ku Selamî ji Yekîtiya Nasir a di nava Hîzbullahê de û ji avêtina fûzeyên li dijî tankên Îsraîlê berpirsyar bû. 

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku Selamî di baskê leşkerî yê Hizbullahê de xwediyê pileya fermandariya lîwayê ye. 

Herweha Hizbullahê jî kujtina Selamî piştrast. 

Back to top button