Fedaiyên Apocî du polis kuştin. Demirtaş taziya wan kir
Îro sibehî du polis li bajarokê Serêkaniya girêdayî Rihayê di mala ku lê diman de hatin kuştin.Polisên bi navê Feyyaz Yumuşak û Okan Acar xaniyekî de diman û sibehî neçûn ser karê xwe. Dema hevalên wan hatin avahiya ku lê diman dîtin ku herdu polis hatine kuştin.Li ser vê bûyerê HPGê daxuyaniyek ragihand û got: Ev herdu polis ji aliyê Fedaîyên Apocî ve hatine kuştin.Herweha HPGê da xuyakirin ku ev herdu polis hevkarî li gel DAÎŞê kirine û li himber bûyera Pirsûsê hatine kuştin. Piştî daxuyaniya HPGê hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jî taziya herdu polisên jiyana xwe ji dest dayin kir û got: Ew polisên li Serêkaniyê hatin qetil kirin zarokên gelê bindestin û zarokên kedkaranin.Ez ji bo wan rehmeta xwedê dixwazim.Çirikatiya xema malbatên wan dikim.