Li Stanbulê PAKê serdana ENKSê kir

Li Stanbulê PAKê serdana ENKSê kir. Di vê derbarê de, Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ji bo çapemeniyê daxuyaniyek belav kir. Daxûyaniya PAKê: Serokê Giştî yê PAKê Li Stenbolê Seredana ENKSê kirSerokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) rêzdar Mustafa Özçelik û cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Kasım Ergün îro(22.07.2015) li Stenbolê seredana ENKSê(Encumena Niştimanîya Kurd Li Surîyê) kirin.Heyeta ENKSê ya ku pêşwazîya heyeta PAKê kir ji van rêzdaran pêk hatibû: Dr. Hekîm Beşar, Fûad Elîko, Mistefa Ûso, Semîra Qasim, Loqman Yûnis, Heyder Îbrahîm, Elîyê Remî, Suphî Dawid.Di vê hevdu dîtinê de, heyeta ENKSê di derbarê xebatên ENKSê û Kongreya dawî ya ENKSê de hinek agahî da. Heyeta PAKê jî, di derbarê PAKê û xebatên wê de agahî da ENKSê.Her du heyetan di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê, herêmê û sîyeseta nevneteweyî de bîr û rayên xwe bilêv kirin.Hevdu dîtina PAKê û ENKSê bi awayekî dostane û welatperwerane pêk hat. Herdu alî jibo geş kirin û pêşdebirina têkilîyên herdu alîyan hemfikir bûn. 22.07.2015Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerîna min :