Civak

Faşîstên êrîşkar dest avêtin li ser goristana Rûm jî

Li Gokçeadayê Goristana Ortodoks ya Rûmê ji aliyê kesên nenasê ve rastê êrîşê  hat û goristan  hatiye xirakirin.

Roja pêncşeme li Gökçeadayê  Goristana bi navê Panagia ya Rûm ji aliyê kesên nenasê ve êrîş hate kirin û gelek gor hatiye xirakirin. Li Goristanê 148 gor hebû ji wan 78 heb hatin  xirakirin.Kevirên ku li derûdora gor hatîbûn danîn û sembolên Xaç hatin şikandin

Serokê Yekîtiya Wakfên Hindikayiyê  Laki Vingas da zanîn ku ‘’Piştî bûyerê ez gelek xemgîn bûm. Kes nikare li ser miriyan peyamên siyasî yan peyamên din bide. Ew nîşana hovîtiye û êrîşekî bê wateye. Tenê kesên nezan û hovî dikarin vê êrîşê bikin.’’

Laki Vingas wiha axifi : Her sal bûyerên wisa diqewimin. Xelkê Rûm pir aciz û xemgîn bûn.Jixwe hêjmarê me kêm bûye. Hêvîdarim bûyerên bi vî şeklê li welatên din  neqewime.

Lakî Vingas ji bo êrîşkaran peyamek da û got : ‘’Hûn nikarin digel miriyan şer bikin !.’’

Berê dewlet êrîş dikir niha jî kesên rastgir

Parêzer Erhan Pekçe jî di daxuyaniya xwe de got :  Di sala 1974an de goristana li gundê Kastroyê hatîbû xirakirin. Dema ku Gökçeada daxilî Tirkiye bû ti Misilman tinebû . A niha tenê 200 Rûm li giravê man. Hemî jî ixtiyarin û ji ber êrîşê gelek aciz bûn.Berê Dewleta Tirk wisa dikir lê îro kesên rastgir dikin.

Back to top button