Cîhan

Li Atînayê di nava 2 seatan de 5 bombe teqiyan

Îro li Yewnanîstanê li ber balyozxaneyên Swîsre û Rusyayê 2 bombe hatin teqandin. Bombeyên li ber Balyozxaneya Bulgarê û li avahiya Parlamento û li nava şîrketek kuryeyê jî bi awayekî qontrolî hatin teqandin. Her pênc bûyer di nava 2 seatê de qewimiyê .

Duh jî di fîrmayekî barkêşê (kargo) de pakêtek bombeyî hate dîtin ku ji bo şiyandina Balyozxaneya Atîna ya li Meksîkayê hatîbû amadekirin  lê bombe di nava barkêşê de teqîyaye. Ji ber teqînê xebatkarek jî brîndar bûbû.

Piştî bûyerê polîsên Yewnan operasonek dan destpêkirin û 2 kes hatin girtin. Di destê her 2 kes yên bi navê Panayotis Argiros û Yerasimos Çakalos de bombe hatin girtin. Pekatek bombeyî li ser navê Sarkozy ji Qesra Elysee re û yê din jî ji bo şiyandina Balyozxaneya Atina ya li Belçikayê hatîbûn amadekirin.

Piştî wan bûyeran polîsên yewnan alarma sor dan û li Atinayê li derûdora hemû balyozxaneyan tedbîr hatin girtin.

Back to top button