Cardin hesabê Tevgera Ciwanên Kurdistanê yê Facebookê hate girtin. Tevger di medya civakî de gelekî aktîf e û piraniya caran dezînformasyona di derbarê tevgera kurd de di derbarê xeta netewî de tê kirin derew dertêxe. Tevger aliyeke ku di medya civakî de parastina nirxên netewî dike û li ser xeta netewî kurdeyatiyê dike.Ji bo vê jî gelek cara dibe armanca êrîşan di qada Înternetê de. Hesabên wan tê girtin. Lê ev yek rê li xebata Ciwanên Kurdistanê nagre.Her êrîşek li ser dîtin û helwesta siyasî ya aliyekî hebe, divê bê şermezarkirin.Em wek karmendên Rojevakurd dixwazin bidin diyarkirin ku; her demî rûpelên Rojeva kurd ji bo bîr baweriyên Tevgera Ciwanên Kurdistanê û ji bo xeta netewî vekiriye. Her demî Tevger dikarin baweriyên xwe bi rêya Rojavakurd bighînin raya gişstî ya Kurdistanê. Tevgerê di derbarê girtina hesabê xwe yê Facebookê de agahdariyek da. AGAHDARÎHesabê me yê facebookê hate girtin û hesabê me yê twîtterê hack kirin. Me hesabê twîtterê dîsa bi dest xist lê malpera facebookê hate girtin. Emê bi vê rûpela xwe yê nû berdewam bikin û dîsa rastiyan bînin ziman.Tevgera Ciwanên Kurdistanê