Ezidî kurdin ne neteweyek cudane

Rêveberê giştî yê karûbarên êzidiyan li wezareta ewqafê diyar kir ku ew bi çi rengekî qebûl nakin êzidî bo serjimêriya giştî ya Îraqê wek neteweka cuda ji kurdan bihête hijmartin.

Xeyrî Bozanî rêveberê giştî yê karûbarên êzidiyan li wezareta ewqafê bo Evro diyar kir ku hizba teqeduma îzdiyan li vê dûmahiyê bi fermî yadaştinameyek daye wezareta pilandana Îraqê û daxwaz kiriye ku êzdî wek netewe bihête li qelemdan û Dr. Elî Baban wezîrê pilandananê dixwaze di formên serjimêriyê de êzdiyan wek netewe bijmêre û got: Em li ser vê çendê ne razî ne. Nabê ku kesek biriyarê bide ka êzdî netewene yan ne.

Ji ber cografî û dîrok û ziman û ol û cilik û tîtalên wan biryar li ser daye ku kurdin û di desturê Îraqê de navê êzdiyan wek ol hatiye.
Bozanî diyar kir ku ev babete pirseka siyasî ye û bo vê meremê mîr Tehsîn Beg mîrê êzdiyan roja 9 / 12 di gel serokê perlemanê kumboye û ev tişte bo diyar kiriye û mîrê êzdiyan rijdî li ser wê yekê kiriye ku êzdî kurdin belê taybetmendiya xwe ya aynî heye û wek netewe kurdin.

Bozanî got: Me ji parlementoyê xwastî ye ku cenabê serok Barzanî bihête agehdarikirin û mayê xwe di vê pirsê bike û vê kêşê rabigirin û êzdiyan wek netewe li qelem nedin û eger vê çendê serinegirt dê li dadgeha fîdiralî dozê li dijê vê daxwaziya wezîrê pilandananê vekin.

Nêrînek

  1. Xetayê mezin ê Êzîdiyan bi xwe ye. Ew jî wekî Elewiyan, baweriya xwe ya olî û neteweyî tevlîhev dikin.\r\n\r\nMin bi sedan Êzîdî nas kir, xwe wekî Kurd nahesibînin. Werin em hinekê jî guh bidin realpolîtîkê, rastegîniyê.\r\n\r\nWelatparêzên Kurd jî derbareyê Êzîdiyan de pirr optîmîst in, ew jî riya teraliyê vedike. \r\n\r\nPisrgirêkek nazîk e. Ermenistan jî heman siyasetê dimeshîne. Niha li Ermenistanê hebûna Kurdan tê înkarkirin. Dibêjin li ba me Kurd nînin, tenê Êzîdî hene. Peyva Êzîdî wekî navê neteweyê xistine derstûra xwe ya bingehîn.\r\n\r\nMin ji siyasetmedareke Ermeniyan ê li diyazporayê pirsî digot “Êzîdî ji gelên Samî ne, Êzîdîtî jî baweriyeke Samî ye. Shêxên Êzîdiyan eslê xwe Ereb/Samî ne, hatine wekî Îslamê xwe di nava Kurdan de bicihkirine, di nava kûltûra bilind a Kurdan de gelek assîmîle bûne”.\r\n\r\nBi rastî jî nizanim chima yek rojekê be jî shêxên Êzîdiyan cil-bergên Kurdan li xwe nakin. \r\n\r\nMalbateke Shengalî min nas kir li Ewropa, di mala xwe de wêneyê Saddam darve dikirin. Kurdbûnê wekî heqaret didîtin.\r\n\r\nWerhasilî, di meseleya Êzîdiyan de divê cara pêshîn Êzîdî bi xwe biryarê bidin ka chi ne, chi dixwazin. Divê ew bi xwe pirsgirêkên xwe yên navxweyî safî bikin. Rojekê Ereb, rojekê Kurd nabe.\r\n\r\nAn jî di rojên fireh de Erebbûn, rojên teng de Kurdbûn êdî nabe. \r\n\r\nDivê Êzîdî bêî tirs û kompleksan, êdî behsa Sendroma Stockholmê jî bikin. Niha hêdî hêdî Elewî behsa viya dikin. Civak jî wekî mirovan dikarin nexwesh bikevin, ne eyb e mirov li dermanan bigere.

Nerîna min :