Polîtîk

Divê di destûra nû de neteweperestiya tirk cih negire

Elçi,bo AKnewsê daxuyakirin ku encamên referandûmê bo Tirkiyeyê û bo Kurdan bi xêr bûye û got “pêwîstiya destûrek bingehîn a sivîl bi awayekî xurt hate ziman û ew aliyên ku alîgirên guhertinê ne, bihêz kiriye. Encama referandûmê dê pêvajoya Yekitiya Ewrop bilez bike û rolekî baş di çareseriya pirsgirêka kurd de bilîze.”

Elçi balkişand ser daxuyaniya Serokwezîr Erdogan derbarê pêwîstiya destûrek nû û dazanîn, ji ber ku pêkhatina destûrê berî hilbijartinan karekî zehmet e, lewra encamdana vê yekê piştî hilbijartinan gelekî xwezayî ye.

Serokê KADEPê derbarê çawaniya destûrek nû jî axifî û got “Divê di destûra bingehîn a nû de hêmanên Ataturk ên neteweperestiyê cih negirin, jiber ku hêmanên ataturk ên neteweperestiyê pêşiya sazkirina demokrasiyek nûjen û şaristanî digire.”

Elçi misoger kir ku divê “têgeha şoven a neteweperestiya tirk” rengê xwe nede destûra bingehîn û civakê hemiya bigire nav xwe û maf û berjewendiyên hemî aliyan têde were ziman.

Elçi domand “Divê destûra bingehîn li gor demokrasiya beşdarker be. Wateya vê jî ev e: divê di destûta bingehîn de mirov di navneda hemî karan de be nek destûr. Di destûra ku li ser van bingehan bête sazkirin de, dê her welatiyek bikaribe mafê xwe bidest bixe û herêmên ciyawaz jî dê xwe birêve aramî û aşitiya civakî pêk were.”

referandûma paketa guherîna destûra bingehîn li Tirkiyeyê duh pêk hat û paket bi rêjeya ji sedî 58 dengên “erê” li hember ji sedî 42 dengên “na” hat pejirandin.

Back to top button