Berendamê serokê Amerîkayê senator Rand Paul havpeyvinekya xwe li gel Breitbart News da xuyakirin ku ew bibe serokê Amerîka wê dewleta Kurdistanê bide kifşkirin.
Rand Paul senatorê Partiya Komariye û ji niha ve ji bo hilbijartinên sala 2016ê bê kirin xwe amade dike.
Paul ji Breitbart News re got: Amerîka heta niha arîkariya pêwîst li gel kurda nekiriye. Divê kurd li himber DAÎŞê bêne çekkirin û bi hêz kirin.
Paul got: Çekên ji kurdan re têne rêkirin ewilê diçin Bexdayê, Bexda yên lazim jê radike û yên din dide kurda. Ji xwe pêwistiya kurdan jî ji wan çekan namîne. Divê çek rasterast bighin destê kurda bi xwe.
Beşek axavtina xwe de Paul dibêje: Ji bo kurd bikaribin li dijê gurubên radikal şer bikin divê welatê wan ji bo wan bête dayîn. Lê ezê gavek pêştir herim û dibêjim; Ezê ji bo Kurdistanê sinorek nû nexş bikim. Ez soza welatek nû ji bo kurda didim.
Paul dawiya gotina xwe de dibêje: Soza van tiştan ji pêkanîna wan hesanîtir e. Ji ber ku ji bo sinorên nûjen yê vî welatî, divê ax ji Tirkiye, Iraqê û Suriye bête standin.