Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî tekez dike ku, prosesa serxwebûna Kurdistanê berdewam e û tu carê jî jê veger nabe. Herweha Barzanî dibêje ev proses li gel Bexdayê jî di rojevê de ye ku,bi rêya gotûbêj û diyalogê hewla sepandina wê proseyê didin.
Di hevpeyvînekê de ligel televîzyona PBS ya Amerîkî, Barzanî balkişande ser bandora operasyonên ezmanî yên hevpeymana û çekên Pêşmergeyên Kurdistanê û got: “Heta niha operasyonên ezmanî başin, ji wî alî ve jî bi başî piştgiriya me hatiye kirin, lê heta niha em di wê baweriyê de ne ku, pêwîste bi çekên gunca alîkariya Pêşmergeyan bê kirin.”
Derbarê dilgiraniya welatên cîhanê li ser rola Îran li Iraqê û piştgiriya wê ji bo mîlîşiyayê Şîe, Barzanî da zanîn ku “Prensîpek me heyem her demekê em êrîş bikin, tu tiştekî li pey xwe bi cih nahêlin. Her kesek jî beşdar be û hevkarê me bê di êrîşa li ser DAIŞê de, em spasiya wan dikin. Niha di vê derbarê de ew dilgiraniya min nîne, her kesek êrîş bike ser welatê me, emê bergiriyê li xwe bikin.”
Barzanî amaje bi rola Hêzên Pêşmerge di proseya çaverêkrî ya azadkirina Mûsilê de û aşkere kir ku “Eger bernameyek ji bo azadkirina Mûsilê yan her navçeyek din hebe, ku li pêş dergehê Herêma Kurdistanê ne, em temaşeyî rewşê dikin, li gor prensîpên me, tu probleke me ji bo hevkariya artêşa Iraqê û Heşda Şeibî yan jî hêzên Sine nîne, eger bernameya wan ya taybet hebe, em dê alîkariyê bikin, lê em bi tenê tu karekî nakin.”
Li ser pirsyara ku, êrîşa çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bo ser Herêma Kurdistanê û şerkirin ligel wan, dijwartirîn şer be di dîroka Kurd de, Serokê Herêma Kurdistanê wiha bersiv da: “Raste ku ev şer gelek cûda ye ji tevaya wan şerên ku berê rûbirûyê me bûne, tektîka vî şerî cûda ye, stîla şerkirinê cûda ye, lê di heman demê de, ew şeref bi Pêşmerge û Kurdan hat dayîn ku DAIŞê û hevwêneyên wê jinav bibin.”
Rojnamevanê Amerîkî ji Barzanî re gor: “Dengoyek heye ku dê DAIŞ, Pêşmergeyên dîlkirî di Newrozê de bişewtîne”, di bersivê de Barzanî got: “Bêguman vê yekê em gelek dilgiran kirine, ku grûpek ji Pêşmerge ketine dest DAIŞê. Ez bixwe gelek dilgiranim bi vê pirsê û min gelek xem jî lê xwariye, em hewleke zêde zêde didin û ya ji dest me bê ji bo azadkirina wan encam didin, lê eger em serkeftî nebûn di azadkirina wan de, ew dê wek şehîd werin binavkirin û hejmara şehîdên me jî zêde dibe.”
Rojnamevanê Amerîkî baldikşîne ser serxwebûna Kurdistanê û ji Barzanî dipirse: “Niha ew pirs li aliyekî hatiye danîn?”, Serokê Herêma Kurdistanê jî wiha got: “Vî şerî ew prose paşxist, lê prose her berdewam e, em tu carî serxwebûnê ranagirin, lê bi rêya diyalogê encam didin. Em ligel Bexda li ser diaxifin, rikberiyê ligel kesî jî nakin, şerê kesî jî nakin, lê ji serxwebûnê jî venagerin. Em lêkolînê dikin û pêwîste bi jîrane danûstanê ligel bikin, pêwîste yekgirtî bin, lê hêzê bikar nayênin û xweînê jî narijin.”
Derbarê wê yekê ku, derketina DAIŞ li Iraq û Sûriyê dîroka navçeyê diguhere û gelo dê dîroka Kurdî jî biguhere?, Barzanî got: “Ez nikarim bêjim ku dîroka cîhanê diguhere, lê bi awayekî berçav alîkar bû di bihêzkirina hestê bihêz û bergirî û qurbanîdan û yekgirtina Kurdî.”(Bas)