Hikûmeta Kurdistanê piştgiriya pêvajoyê li Tirkiyeyê dike

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke taybet de ji malpera hikûmeta herêma Kurdistanê re tekîd kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi timamî piştgiriyê li pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dike û ji bona serketina pêvajoya şareseriyê hikûmeta herêma Kurdistanê amadeya hemû hevkarî û alîkariyan bike.

Dizeyê got:

– Hikûmeta herêma Kurdistanê bi dilxweşî pêşwaziyê li gavên dawiyê yên pirosesa aşitî û çareseriyê dike ku, tê de xalên taybet ji bo pêngavên bên yên pirosesê destnîşankirine. Ka çawa hikûmeta herêma Kurdistanê her ji destpêkê hevkar û piştevana pêvajoya aşitî û çareseriyê bû, ji nuha û şûnda jî ji bona serketina pirosesa aşitî û çareseritê dê hemû hevkarî û piştgiriyê bike û di vê çarçoveyê de rola xwe ya pêwîst dê bilîze.

Nerîna min :