Serok Barzanî pêşwaziya Wekîlê Wezîrê Derveyê Tirkiye kir
Îro pênçşem 12.03.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Feridun Sinirlioglu Wekîlê Wezîrê Derveyê Tirkiye û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û êrîşa terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê û cîhanê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li wê yekê kirin ku dabînkirina asayîşa navçeyê û rûbirûbûna terorîstan erkê hemû aliyeke û pêwîstî bi karên hevbeş û hemahengiya di navbera welatên navçeyê û cîhanê heye.
Her li vê kombûnê da axaftinê di derbarê proseya çareseriya aştiya Tirkiye kirin û Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku Herêma Kurdistanê palpiştê proseya aştî ya li Tirkiyê ye û amadeye jî li hemû qonaxên vê proseyê de yarmetiya serxistina proseya aştî li Tirkiye bide. Her di derbarê vê babetê ve Serok Barzanî wê yekê xiste rû ku li serxistina proseya aştiyê da hemû aliyek û gelên navçeyê sûdmend dibin û hêviya wê yekê jî xwest astengiyên li ber vê proseyê nemînin.
Peywendiya siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û berfirehkirina asta hemahengî û hevkariya di navbera her dû aliyan ya ji bo dabînkirina asayîş û rûbirûbûna terorîstan mijareke dinê vê kombûnê bû û Wekîlê Wezîrê Derveyê Tirkiye ragihand ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girînge û Tirkiye hemû hewlek dide yarmetiya asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê bide.