Polîtîk

Ez û birêz Nêçîrvan Barzanî bi hev re çûbûn Wanê

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li bajarê  Bedlîsê ragihand ku desthilatdariya Tirkiyê hezkirina jidil a ligel “Kurdên Iraq û Sûriyê” fam nekiriye û got: “Dema ez wezîrê derve bûm, ligel birêz Nêçîrvan Barzanî me serdana Wanê kir. Ligel Mesûd Barzanî jî çûm Amedê, wê demê birêz Erdogan jî hebû.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ji bo piştevaniya xebatên partiya xwe serdana parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê kir û li navçeya Tetwanê ligel nûnerên rêxistinên sivîl û hejmarek kesayetên herêmê civiya.

Ahmet Davutoglu diyar kir ku helwesta wan a derbarê zimanê dayîkê de zelal e, û wiha pê de çû: “Bê şert û merc zimanê dayîkê li her cihê tê bikaranîn û di perwerdeyê de tê bikaranîn û astengiyên li ber jî têne rakirin. Em dê li herêmê tedbîrên parastina mafên kulturî werbigirin, piştevaniya rêveberiyên xwecihî bikin û herwiha mijarên sereke ku em li ser rawestin mijarên weke aborî û derfetên dibin.”

Davutoglu destnîşan kir ku hinek alî her peyveke Kurdî weke gef dibînin, lê wan weke partî di bernameya xwe de cih daye perwerde û xwendina Kurdî.

Bi gotina Davutoglun ew ji ber zimanê cihêkirinê ji AK Partiyê veqatiya ye û ew dibêje: “Desthilatdariyê hezkirina jidil a ligel Kurdên Iraq û Sûriyê di asta pêwîst de fam nekiriye. Dema ez wezîrê navxwe bûm, ligel birêz Nêçîrvan Barzanî me serdana Wanê kir. Ligel Mesdû Barzanî jî çûm Amedê, wê demê birêz Erdogan jî hebû.”

Davutoglu amaje bi wê yekê kir ku ew dema wezîrê derve yê Tirkiyê bû, bi mebesta bihêzkirina peywendiyan, wî berpirsên Îran, Azerbaycan û Herêma Kurdistanê bo bajarê Wanê vexwendiye û got: “Binêrîn piştî em cuda bûn, peywendiyên ligel Bakurê Iraqê (mebesta wî Başûrê Kurdistanê ye) daketiye asta herî nizim. Çûn û hatin hema hema nemaye û peywendiyên aborî gelek kêm bûne. Bi merca ku rêz li sînoran were girtin, em dê peywendiyên di navbera Hewlêr, Amed û Wan de bikene peywendiyên entegrasyonî.

Herwiha ji aliyê Tirkiyê ve ne Frans û ne jî Amerîka ye piştevanê Kurdên Sûriyê. Kurdên li Sûriyê û dervey sînoran kengê rûbirûyê pirsgirêk û tengaviyan bibe, piştevana tekane Komara Tirkiyê ye. Divê em îro dîsa dilê Kurdên Sûriyê xweş bikin û ji jêr bandora rêxistina teror, Fransa, Amerîka yan jî Rûsyayê derbixin ku weke kertakê wan bikar tînin.”

Back to top button