Polîtîk

PKK bi destê dewleta Tirkiyê hatiye çêkirin

Serokê wê şanda Bakûrê Kurdistanê ya ku ji ber êrişên PKKê yên li ser Herêma Kurdistanê serdana parlementoya Kurdistanê kiribû, ragihand, PKK ne tenê li ser Herêma Kurdistanê lê li ser Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî tehdîd e.

Îro şandeka Bakûrê Kurdistanê, ku ji komek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd pêk hatibû, serdana parlementoya Kurdistanê kir.

Li gorî agahiyên BasNewsê, sebeba wê serdanê êrişên PKKê yên li Herêma Kurdistanê ye.

Piştî civînê, serokê wê şandê nivîskar Îbrahîm Guçlu ji rojnamevanan re ragihand, PKK ji destpêka avabûna xwe de heta niha dijberiya Başûrê Kurdistanê dike.

Îbrahîm Guçlu her wiha got, PKK ne tenê li ser Başûrê Kurdistanê lê li ser Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî tehdîd e.

Wî nivîskarî kurd da xuyakirin jî ku PKK bi destê dewleta Tirkiyê hatiye çêkirin û got, dema Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê dîtin nikarin yekser Herêma Kurdistanê tine bikin, PKK bo vê yekê bikar anîn.

Bi gotina Guçlu, hebûna PKKê li Mexmûr, Şingal, Qendîl û gundên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, dagîrkerî ye û divê ji wan deran bê derxistin. Çimkî bûye sebeba şehîd bûna 3 hezar û 500 pêşmerge û kesên sivîl.

Back to top button