PKK li Şingalê ne hêzek meşrûye
Berpirsê liqa PDKê li Şingalê, Qadir Qaçax dibêje hêzaka PKKê ya li Şingalê ne meşrû ye û rojane keç û kurên kurdan direvînin û didin kuştin.
Berpirsê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Qadir Qaçax ji BasNewsê re axivî û da zanîn çekdrên PKKê bûne serêşî bo xelkê Şingalê û rojane bacê ji xelkê distînin û xelkê direvînin û wan çekdar dikin. Herwiha Qadir Qaçax dibêje: “Cihê PKK Bakurê Kurdistanê ye û Bakurê Kurdistanê bi cî hiştiye û hatiye Qendîlê da ku arîşeyan bo Herêma Kurdistanê saz bike.
Herwiha Qadir Qaçax dibêje PKK ne hêzeke meşrû ye li Şingalê û ligel Heşdî Şabî kar dike û meaşê xwe jî ji Heşdî Şabî distîne. Herwiha Qadir Qaçax aşkere jî kir dibêje dema arîşe di navbera PKK û artêşa Iraqê de derdikeve Heşdî Şabî gefa êrîşê li artêşa Iraqê dixwe û dibêje bo ku PKK li Şingalê bimîne û Pêşmerge venegere ew divê ligel PKKê hemaheng bin. Lêbelê ne PKK ne jî Heşdî Şabî ne hêzên meşrû ne li Şingalê.
Di berdewamiyê jî de Qadir Qaçax tekez dike PKK rojane keç û kurên xelkê direvine û dide kuştin. Herwiha rêliber cotkaran jî digire da ku neçin ser zeviyên xwe.