PolîtîkRojev

“Ez rê nadim Pêşmerge vegere Kerkûkê”

Serokê berê yê Eniya Tirkmenî Erşed Salihî ku di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de wek parlamenter hat hilbijartin, li ser hesaba xwe ya Twitterê derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir û careke din dijayetiya xwe li dijî Pêşmerge nîşan da.

Erşed Salihî dibêje, “Li ser bingeha rêkeftina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel Hewlêrê, min bi xwe rê nedaye û rê nadim Pêşmerge vegere Kerkûkê.”

Ew berpirsê Eniya Tirkmenî dibêje, “Tişta ku me matmayî dihêle, bêdengiya siyasetmedar û partiyên Tirkmenî ye.”

Li ser van gotinên Erşed Salihî, Şaxewan Ebdullah ku wek berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê di hilbijartina parlamentoya Iraqê de bi serket, ji Rûdawê re ragihand, “Li gor rêkeftinekê biryar hatiye dayîn dosyeya emnî ya Kerkûkê bo ajandayên herêmî û navdewletî neyê qurbanîkirin; li gor rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, Pêşmerge vedigere Kerkûkê û wan navçeyên di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de ku valahiya emnî tê de heye û DAIŞ ji bo êrişên xwe bikar tîne.”

Şaxewan Ebdullah dibêje, “Ti kes û hêz nikare rêgir be li ber vegera Hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê; Pêşmerge dê her vegere.”

Roja 26ê vê mehê, şandeke bilind a Hevahengiya Hevbeş a Wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevbeş ên Iraqê, li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê kom bûn û avakirina du lîwayên hevbeş di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de giftugo kirin.

Li gor daxuyaniyeke Navenda Medya û Zanyarî ya Wezareta Pêşmerge, di civînê de ku bi amadebûna Hêzên Hevpeyman birêve çû, behsa dawîn pêngavên avakirina du lîwayên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê hat kirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê jî hat kirin, erkê wan herdu lîwayan taybet dibe bi tijîkirin û pêkanîna operasyonên serbazî li valahiya emnî ya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de li herêmên cihê nakokiyê.

Her li gor daxuyaniyê, di wê civînê de, behsa birêveçûna karên binkeyên Hevahengiya Hevbeş ên di navbera herdu aliyan de hat kirin.

Back to top button