Hevpeyvîn

“Ez KCK’yî me, xwe îxbar dikim“ bersiva vê pêvajoyê nade

 Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ku hikûmet dixwaze wisa bike, sê çar kes nikarin bi hev re dabikevin kolanan û got; “Wê demê hûn jî li hemberî vê yekê di her firsendekê de dabikevin kolanan. Mitîngên bi bandortir li dar bixin. Xwepêşadanên protestoyî yên civakî yên bi bandortir bikin.” Karayilan bang li kurdan kir ku li tu saziyên dewletê bi tirkî neaxivin û got; “Em êdî vê yekê weke helwesteke neteweyî pêş bixin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê ji ANF’ê re axivî û der barê operasyonên siyasî, parastina bi kurdî, kuştina ciwanê kurd ê li Îzmîrê, mitîgên BDP’ê yên “Ez xwe îxbar dikim”, polîtîkaya nû ya li hemberî meleyan, leşkerên dîl û Mehmet Aras ê ku ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, de nirxandinên girîng kir.

KAMPANYAYA ‘EZ KCK’YÎ ME JI DEMÊ RE NABE BERSIV’

Karayılan der barê kampanyaya BDP’ê ya ‘Ez xwe îxbar dikim. Ez KCK’yî me…” de got; “Pêşî ez vê bibêjim, çalakiya “Ez KCK’yî me, xwe îxbar dikim” bi ya min ev çalakiyên wiha ji pêvajoyê re nabin bersiv. Lê madem çalakiyeke wiha hatiye destpêkirin, divê bi awayeke xurtir hibêjz bikin. Li her bajareke sed an jî sed û pêncî kes diçin xwe îxbar dikin. Çima wiha dibe? Wê demê bila bi hezaran kes biçin xwe îxbar bikin. Divê ne tenê kesên rayedar xwe îxbar bikin, divê hemû welatparêz xwe îxbar bikin û tevil bibin. Ger wiha bibe dê bibe çalakiyeke civakî û girseyê.”

MITÎNG JI BO PÊVAJOYÊ MUDAXALE NE

Karayılan têkildarê mitîngên li Stenbol, Amed, Êlih, Şirnex û li gelemperiya bajarên Kurdistanê bi boneya şermezarkirina operasyonan û tecrîda li ser Ocalan têne lidarxistin jî nirxand û got; “Ev mitîgên têne lidarxistin, li hemberî pêvajoyê mudaxeleyeke baş in. Gelê me bi van mitîgan bersivek baş dide operasyon û polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî kurdan. Ji berk u wezîrek ê AKP’ê bi xwe gotibû ‘Em ê wisa bikin ku sê çar kes nikaribin bêne cem hev.”

DI HER FIRSENDÊ DE DABIKEVIN KOLANAN

Karayilan got; “Ez li vir bang li hemû welatparêz, bi rûmet, ciwanên kurd, jinên kurd ên xwedî rûmet û şeref, hemû derdorên welatparêz, esnaf, gundî, feqîr, dewlemend û her kesê dikim : Madem evane dixwazin gelê me bê bandor bihêlin, dixwazin ku tenê 3 an jî çar kes derbikevin kolanan; Wê demê hûn jî li hemberî vê yekê di her firsendekê de dabikevin kolanan. Mitîngên bi bandortir li dar bixin. Xwepêşadanên protestoyî yên civakî yên bi bandortir bikin. Bersiva pêwîst jî ev e.

MELA HER TIM HATIN QEWITANDIN

Karayilan bal kişand polîtîkayên AKP’ê û Cemeeta Gulen a li hemberî melayan jî û diyar kir ku kevneşopiya medreseyan û kesên ku di medreseyan de perwerde dîtine, her tim din ava civaka kurd de xwedî ciheke girîng in û di aliyê pêşxistina hişmendî û çandî de cihek girîng girtine. Karayilan got; “Lê sîstem piştî Nimêjên Îna Sivîl, her wiha nebişaftina melayên kurd û hêza wan ji nû ve dît. Ev pêşniyara hikûmeta AKP’ê ya ji bo melayên kurd, xwedî niyeteke xirab e. Ev zagon ji bo pêşîlêgirtina rola melayên welatparêz ên di civakê de ye û armanca wê jî bişaftin e.”

DU ÇALAKÎ MÊTÎNGERIYA TIRK BI ZORIYAN RE RÛ BI RÛ HIŞTIN

Karayılan bal kişand ku du helwest û çalakiyên kurdan “mêtîgeriya tirk” li Kurdistanê bi zoriyan re rû bi rû hişt û diyar kir ku ev her du çalakî Nimêja Îna Sivîl û parastina bi kurdî ye.

A YEKEM NIMÊJÊN ÎNA SIVÎL

Karayilan der barê nimêjên Îna Sivîl de got; “Li vir a yekemîn Nimêjên Îna Sivîl in. Ji ber ku heta roja îro mêtîgeriyê û bi taybet zîhniyeta AKP-Gulen di bin navê qeleştiya ol de her tim kurdan xapandine. Niha oldarên welatparêz ên kurd dibêjin ; ‘Hûn nema êdî dikarin ol weke çekekêli hemberî gelê me bi kar bînin, ev vê yekê ji destê we digirin. Gelê me dilsozê ola xwe ye, dilsozê nasnameya xwe ye, welatparêz e, û bi rûmet e.’ Oldarên kurd ên welatparêz êdî vê çekê ji destê wan wergirtine. Li hemberî vê rastiyê dewleta dagirker a tirk bi zoriyan re rû bi rû maye. Ji ber vê jî dixwaze tevgera Îna Sivîl marjînalîze bike, têk bibe.”

A DUWEMÎN DI DOZA KCK’Ê DE PARASTINA BI KURDÎ

Karayilan destnîşan kir ku çalakiya din a ku “dagirkeriya tirk” bi zoriyan re rû bi rû dihêle, parastina bi zimanê zikmakî ye. Karayilan got; “Ev helwest jî pir girîng e. Di serdema me de axaftina bi zimanê xwe yê zikmakî mafek herî şaristanî û medenî ye.” û wiha domand; “Ji ber wê jî ev helwesta ku girtiyên ji doza KCK’ê di Doza Sereke ya KCK’ê de dane destpêkirin, helwesteke pir nirxdar û pêşeng e.” Karayilan xwest ku ev helwest were berdewamkirin.

EM BI TU SAZIYEK DEWLETÊ RE TIRKÎ NEAXIVIN

Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) desnîşan kir ku divê Kurd bi tu saziyek rejîma Enqereyê ya Tirk re neaxivin, bi Kurdî biaxivin û wiha pêde çû: “Divê civaka Kurd piştgiriya helwesta neteweyî-demokratîk-welatperwer a siyasetmedarên Kurd dane destpêkirin bike. Riya vê yekê jî ew e ku divê êdî tu kes bi dewletê Tirkî neaxive. Ger ev dewleta dixwaze li Kurdistanê bi vî gelî re bijî, ya wê tehamul bike zimanê vî gelî guhdarî bike, ya dê hîn/fêr bibe, yan jî dê wergêr bibîne. Divê em vê yekî êdî weke helwesteke neteweyî bi pêş bixin. Em bi tu saziyek dewletê bi Tirkî neaxivin, em bi Kurdî biaxivin.”

LI DADGEHAN HEM TIRKÎ HEM JÎ KURDÎ NABE

Di vî warî de Karayilan axaftina xwe wiha domand: “Lê belê min bihîst ku hinek girtiyan hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî parastina/berevaniya xwe daye. Niha ev nermbûnek e û ne rast e. Ger te bi Kurdî parastina xwe amade kiribe, çima tu bi Tirkî jî dike? Ev yek, rêbaza kunkirina helwest û seknê ye. Pêşniyara me ew e ku divê ev yek bi awayekî bê sererastkirin.”

Karayilan di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser çalakiya ciwanê Kurd Firat Îzgîn jî û wiha got: “Em dixwazin zor bidin vê dewletê, da ku vê heqîqetê qebûl bike. Firat Îzgîn ciwanekî Kurd ê 15 salî bû. Xweşewitandina wî dilê me jî şewitand. Ez carekî din ji mala wî ya rêzdar û hêja re sersaxiyê dixwazim.

DIVÊ TU CIWANEK KURD ÇALAKIYÊN XWEŞEWITANDINÊ LI DAR NEXE

Bi vê wesîleya ku me qala Firat Îzgîn kir, divê ez vê yekê jî bibêjim: Em şêwazê çalakiya wî ciwanê me yê hêja û şehîdên me yên din ên serî li şêwazê çalakiya xweşewitandinê dane, em napejirînin. Divê tu ciwanek Kurd serî li çalakiyên xweşewitanê li dar nexe. Ew ruh û giyanê fedayî yê ciwanên Kurd ne bi çalakiyên xweşewitandinê, ger çalakiyan veguherîne çalakiyên rêkxistî –ez qala çalakiyên civakî, siyasî, leşkerî û hemû şêweyan dikim- ev gel dê rizgar bibe.”

DIVIYABÛ ÎZMÎRÊ HESABÊ GAZÎ AKBAYIR BIPIRSIYA, KURDÊN LI ÎZMÎRÊ LI KU NE?

Karayilan bal kişand ser Gazî Akbayir ê ku ji ber strana Kurdî daxwaz kir ji aliyê tirkperestan ve bi kêrê/çeqûyê û 8 gulleyan hat qetilkirin û pêde çû: “Bi taybetî jî li Îzmîrê ew qas Kurd dijîn. Lê em dinêrin ku parlamenterek jî dernexistiye. Ji ber vê belawelabûnê, sekn û helwesta wan a rêknexistî, wiha ye. Diviyabû Îzmîr ji bo hesabpirsîna Gazî Akbayir biketa nava liv û tevgerê. Kurdên li Îzmîrê li ku ne? Çawa dibe ku Kurdek tenê ji ber strana Kurdî daxwaz dike, tê kuştin? Ev tê çi wateyê? Heta ku wiha bi bêdengî bê pêşwazîkirin, dê li her derê bên kêrkirin û kuştin.”

TA KU KESÊN WEK MEHDÎ EKER HEBIN, GAZÎ AKBAYIR TÊN KUŞTIN

Têkildarê kuştina Gazî Akbayir û sedemê bingeha vê yekê Karayilan wiha axivî: “Ez vê yekê bi aşkerahî dibêjim: Ta ku li wî welatî kesên wek Mehdî Eker hebin û helwesta pasîf a weke Kurdên li Îzmîrê hebe, dê Gazî Akbayiran jî bikujin. Kiryarên nijadperestî û faşîzm raneweste. Divê êdî em xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin. Ger em dixwazin bibin mirov/însan divê em vê yekê bikin.”

TU KURDEK XAYÎN E!

Karayilan der heqê Eker û yên mîna wî de wiha domand: “Li aliyê din jî hinek derdikevin û di parlamentoyê de dibêjin ‘BDP temsîla Kurdan nake, em jî Kurd in’, jixwe tu Kurdek xayîn î. Hey bêrûmet di rûyê yên wek te de Kurdistan 90 sal in di nav êş û keseran de ye. Di rûyê yên wek te de, xwîn ji dilê vî gelî diçe.”

Karayilan bal kişand ser leşkerên dewleta Tirk ên ji aliyê gerîlayan ve dîl tên girtin û di vî warî de helwesta dewletê û wiha got: “Ev dewleta dewleteke wiha ye erkdar û kadroyên xwe dide şerkirin û dişîne pevçûnan, lê dema dîl dikevin jî xwedî li wan dernakeve. Jixwe ji bo wan pariyekê jî nakeve nava hewlan, yên ku di vî warî de dikevin nava hewldanan jî dadirizîne/dadgeh dike. Ev dewletek eletewş e ku xwedan erkdarên xwe jî dernakeve. Pir girîng e ku ev feraset û zîhniyeta ku tu mirovbûnek pêre nemaye, bê teşhîrkirin û ravekirin. Bi armanca ku ravekirina vê zîhniyetê, êdî hêzên dewletê yên di destê me de dîl in em ê wek berê wan bernedin.”

HEVJÎN Û 5 ZAROKÊN MEHMET ARAS JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATIN KUŞTIN

Karayilan der heqê zindaniyên ku tûşî nexweşiyên giran bûne û Mehmet Aras ê ku tûşî nexweşiya penceşerê bibû û demek berê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da de wiha daxwiyand: “Du meh berê lîsteya hevalên me yên di zîndanên dewleta Tirk de tên girtin, gihişt ber destê min. Di nav vana de 102 hevalên me yên giran û xedar nexweş in hene. Herî dawî du roj berê hevalê me Mehmet Aras di Girtîgeha rejîmê ya Erziromê de şehîd ket. Ez li vir ji bo rêhevalê hêja Mehmet Aras ê ku ji bo rûmet û anora xwe tu tawîzek neda, teslîm nebû û her bi reqneqdarî li ser xeta berxwedêriyê bû, di serî de malbat û hezkiriyên wî, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Em ê bîranînên vî hevalê xwe, di têkoşîna azadiyê de her geş û berz bikin. Binêrin mêtingerî û bêwîjdaniya dewleta Tirk serboriya jiyana hevalê me Mehmet Aras pir bi zelalî radixe ber çavan. Ji ber xebatên welatperwerî yên wî li herêma Serhedê bi rê ve biriye, dewlet wî digire; piştra jî dewlet bi riya çetayan/cerdevanan hevjîna wî û 5 zarokên wî bi komî qetil dike. Tam komkujiyek pêk tîne. Digel vê yekê jî hevalê me Mehmet Aras ê ku dema ji girtîgehê derdikeve jî ji doza xwe neqete, dewlet carek din digire û dixwaze bi cezayê sermedî/muebetê wî li girtîgehê radest bigire, lê di hundir de bi lehengî, qehremanî, berxwedêrî û serberziya xwe dibe mînakeke bêhempa.

BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BÊN BERDAN

Karayilan daxwiyaniyên xwe yên girîng wiha qedand: “Rayeya efûkirinê ya Serokomar heye, dikare ji ber ev girtiyên nexweş ên hatine ber mirinê, serbest bide berdan. Ger dewlet hemû hevalên me yên tuşî nexweşiyan bûne berbide, em ê jî van 5 kesan berbidin. Em şertek dernaxin pêş. Em bangî dewletê dikin ku li hemberî van kesên ku hatine ber mirinê, wijdan û niyeta pak bi pêş bixe.”

( ANF )

Back to top button