Ez hilbijartinan de sernekevim carek din nabim kandîdat
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump got, eger di hilbijartinên serokatiyê yên meha Mijdarê de sernekeve , ew careke din di hilbijartinên 2028an de nabe namzed.
Trump, 78 salî, ji bo sê hilbijartinên li pey hev berbijarê Partiya Komarî bû û di heyama 8 salên borî de bi awayekî berçav Partiya Komarî ji nû ve guherand.
Di hevpeyvînekê de ligel Sinclair Media Group, ji Trump hat pirsîn ku eger ew li hember Namzeda Demokrata Serokatiyê winda bike, dê dîsa bibe namzed yan na? Trump bersiva xwe de got, “Na, ez wisa nafikirim, ev dê bibe cara dawî.
Lêbelê Trump got, “Ez hêvî dikim ku em ê pir serkeftî bin.”
Li gorî qanûnên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, serok nikarin ji du serdeman zêdetir kar bikin. Ji ber vê yekê heke Trump bi ser bikeve jî, nayê pêşbînîkirin ku ew di sala 2028-an de dîsa bibe namzed.
Donald Trump di dema borî de kêm caran behsa îhtîmala windakirina hilbijartinan kiriye, û gelek caran di axaftin û postên medyaya civakî de soza serkeftina hilbijartinê dide alîgirên xwe.
Lêbelê Trump di çar rojên dawî de behsa îhtimala windakirina cara duyemîn kir.
Trump ku roja Pêncşemê beşdarî civîneke Civata Îsraîlî-Amerîkî bû, behsa îhtîmala windakirinê kir û got ku ev têkçûn dê hinekî jî sûcê dengderên cihû be.
Li gorî nûçeyên cuda yên medyayê, Trump got, “Gelo ew dizanin ku eger ez di vê hilbijartinê de bi ser nekim dê çi bibe? “Û heke ev yek bibe, gelê cihû dê berpirsiyariyek girîng hebe ji ber ku 40% piştgirî tê wateya 60% dengdana li dijê min..
Gotinên Trump ji aliyê ekîba kampanyaya Harris û rêxistinên cihûyên Amerîkî yên ne girêdayî partiyê ve hat şermezarkirin.