KulturRojev

Ez bi Kurdî, Kurd bi Tirkî diaxivin

 Muzîkjena Fransî Eleonore Fourniau ragihand ku ew dixwazê xwe baş fêrî Kurdî bike, lê hevalên wê yên Kurd ligel wê bi Tirkî diaxvin û nikare Kurdiya xwe pêş bixe.

Eleonore Fourniau muzîkjeneke Fransî ye, bi rengekî ji rengan Kurd nas kirine, ketiye bin bandora çanda Kurdî û dest bi gotina stranên Kurdî kiriye.

Hunermenda Fransî Eleonore bixwe ji bo xwendina beşa dîrokê ji Fransayê çûye Tirkiyê û li wir jî hejmareke xwendevanên Kurd nas kirine. Piştre bala wê çûye ser çanda dengbêjiya Kurdî.

Eleonore Fourniau beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî muzîka xwe û wê çawa Kurd naskirine û çawa dest bi muzîka Kurdî kiriye axivî.

Eleonore Fourniau got: “Berî ez herim Tirkiyê me min Kurd nas nedikirin. Ez ji bo fêrbûna muzika Tirkî di Sala 2010an çûm Stenbolê, li wê derê dema min li konservatuarê dixwend hinek hevalên Kurd nas kirin û me bi hev re komeke muzîkê bi navê Esmen ava kir. Bi wî rengî min dest bi muzîka Kurdî kir.”

Derbarê muzîka Kurdî de Eleonore Fourniau got: “Deng, stran û muzîka Kurdî gelek bihêz in. Xweşbûn û bihêzbûna muzîka Kurdî herî zêde bala min kişand. Stanên dengbêjî gelek zehmet in û ez jî hewl didim bibêjim. Ez nabêjim ez dengbêjim, lê keyfa min ji tiştên zehmet re tê. Kurahiyek stranên dengbêjî hene. Li Stenbolê min Dengbêj Xalidê nas kir, wê demê min biryar da ku ez jî stranên dengbêjî bibêjim.”

Eleonore Fourniau eşkere kir ku ji dengbêjin Kurd ew herî zêde ji Şakiro hez dike û da zanîn ku wê heta niha zêdeyî 50 stranên Kurdî gotine.

Derbarê projeyên xwe de Eleonore Fourniau da zanîn ku ew niha amadekariya albûmeke nû dike, piştî derxistina albûme dixwaze ligel hinek hunermendên Kurd jî dûetê bike.

Hunermenda fransî herwiha diyar kir ku hevalên wê yên Kurd li şûna bi Kurdî bi Tirkî ligel wê diaxivin û got: “Her kes bi min re bi Tirkî diaxivin. Hevalên min ên Kurd jî bi min re bi Tirkî diaxivin, loma ez nikarim baş fêrî Kurdî bibim, ev ji bo min pirsgirêk e. Ez dixwazim herim cihekê ku bi tenê Kurdî dizanin. Bi wî rengî Kurdiya min dê baştir bibe.”

Eleonore Fourniau amaje bi wê yekê kir ku Kurd bi erênî pêşwazî li muzîka wî dikin û got: “Dema kesek biyanî bi Kurdî stranan dibêje, lê xweşa Kurdan diçe, lê carna jî xemgîn dibin, çimkî dibînin ku wan zimanê xwe ji bîr kirine. Li Ewropayê jî zarokên xwe fêrî Tirkî dikin.

Back to top button