CivakRojev

Dîrokê îspat kiriye Serok Barzanî li hember ti zehmetiyekî xwe neçemandiye û xwe naçemîne

Wezîrê berê yê darayî û wekîlê aborî yê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand ku, di qonaxekî de terora dijmin berê xwe daye Serok Barzanî, dîrokê îspat kiriye ku Serok Barzanî li hember çi zihmetiyekî xwe neçemandiye û xwe naçemîne.

Rêbaz Hemlan di nivîseke xwe de ragehand: ‘’Ji Îmam Şafiî pirs kirina em çawa bizanin Ehlê Heq kî ye di zemanê zêdebûna fitnê de? Wî jî kerem kiriye û gotiye: ‘’Bikevin dû tîr a dijmin ew dê we bibe gel Ehlê Heq!’’

Herwaha got: ‘’Bi salane tîr a dijmin berê wê li Serok Barzanî ye, bi taybet piştî di demekî dirêj a xebata dîrokî û tekoşîna gelê me de wî rêberî karî piraniya aliyên serekî yên herêma Kurdistanê kom bike, herwaha karî dengê zêdetir sedî 92 yê gelê me bi hemû cudayiyên olî, reng û îdeolojiyan ve bidest bixe û bibêje ‘’Belê’’ bo serxwebûna Kurdistanê li hember hemû şovenîstan.’’

Rêbaz Hemlan amaje bi wê yekê jî kir ku Serok Barzanî hember hemû neyarên navxwe û navçeyî û derve rawestaye û karî serkeftinê wek tacekî bixe ser serê xebat û qurbanîdayîna gelekî bindest ku navê wî gelî jî kurd e. Herwaha karî beşeke mezin awatên xwîna şehîdên Kurdistanê bi wî serweriya mezin li ser rûpelên dîrokê bi xwîna sor binexşîne.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Neyar û dijminên kurd di vê serdemê de tenê Serok Barzanî kirine armanc û wî bo xwe wek armanca êrîşê dizanin û tomet û dijatî û berê tîrên xwe dane wî, lê ew çiyayên dîrokê îspat kiriye ku ti reşebayek wî nalerzîne û bûyerên dema borî şahidin ku ti yek ji wan zehmetiyan de xwe neçemandiye û xwe naçemîne.’’

Back to top button