Ew zarokê kurd nêzî du salî ye, lê 55 kg e

Behêz , emrê wî tenê salek û 10 meh in, 55 kg e. Ew ji malbateke xizan a gundê Tepe Kur a ser bi nahiyeya Şûwanê a bajarê Kerkûkê ye.

Diya wî dibêje ji ber kîloya zêde a kurê wê,  Behêz bi gelek nexweşiyan ketiye û di heman demê de daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku ji bo çareseriyê alîkariyê bidin wan.

Bavê Behêz jî (Karwan Mihemed) diyar kir ku zarokê wan di 5 mehiya xwe de bi wê nexweşiyê ketiye û her ku diçe qelewtir dibe û got: “Bijîşkên Herêma Kurdistanê dibêjin ku çareseriya nexweşiya kurê wî tenê li derveyî welat heye.”

Pukmedia

Nerîna min :