Polîtîk

Ew navçeyên li Plana Pêşmergedane têne azad kirin

Wezareta Pêşmerge ragihand, morala hêzên Pêşmerge niha ji berê gelek bilindtire û ew navçeyên li plana Pêşmergedane têne azad kirin. Ronahî jî dike, li hemû mîhweran çek û teqemenî li gor pêwîst hatine dabeş kirin.

Helgurd Hîkmet Birêveberê Ragihandin û Hoşyariyê li Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê dibêje: “Bi awayeke giştî niha rewşa hêzên Pêşmerge li hemû mîhweran gelek başe û niha ji berê zêdetir bi hêzin û moral û ureya wan bilind, hêzên Pêşmerge li benda ewe ne ew navçeyên bi wan hatine raspartin û li plana Pêşmergedane, li demeke kêm da têne azad kirin û wan biparêzin, ji bo wê yekê her li Şingalê ve bigre heta Germiyan, Pêşmerge ureya wan gelek bilinde û êrîşî her navçeyek jî bike, li demeke kêm da rizgar dike”.

Helgurd Hîkmet balkişand li ser wê yekê ku “dabînkirdina çek ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve li bereyek bo bereyekî din cûdahiya xwe heye, ji ber ku çek bi awayek hatine dabeş kirin ku wekheviyê biparêze, lê belê di derbarê teqemeniyê de em hemû dizanîn li wan cihên şer zêdetire, li wir pêwîstiya zêdetir bi çekan heye. Ji bo wê yekê dibe ku li ruyê dabeşkirina teqemeniyê ve li mîhwerek bo mîhwerêkî din cûdahî hebê, ew jî bi berçavgirtina rewşa germî ya şer li wan mîhweran da diguhere.”

Back to top button