Polîtîk

Ew kesê cihê Qasim Silêmanî bi Amerîka re gotibû pasdarê Îranê bû

Bi tometa sîxurîkirina ji bo Amerîka û Îsraîlê û pêdana wan zanyariyên bûne sedema diyarkirina cihê Qasim Silêmanî û paşê bi armanckirin û kuştina wî ya ji aliyê Amerîka ve, Îran wî pasdara Îranî sêdare dide.

Xulam Husên Îsmaîlî, Peyvdarê Dadgehê li civîneke rojnamevaniyê da ragihand “Dadgeh biryarê da Seyîd Mehmûd Musewî Mecîd tawanbarê li dosye ya sîxurîkirina li ser hêzên çekdarên Îranê û bi taybetî artêşa Qudis û Fermandeyê wê” Mecîd tawanbare bi wergirtina pereyeke zêde ji Dezgeha CIA ya Amerîka û Mosad a Îsraîlê. Her wiha Îsmaîlî got: “Dadgeha Bilinda Îranê biryar li ser çarenivîsa Mecîd da û di demeke nêzîk de sêdaredana wî tê bi cîhkirin”.

Seyîd Mehmûd Mûsewî Mecd (Ebu Elî) Berpirsê Tîma Parastina Qasim Silêmanî bû û ev nûçe di demek daye navenda ragihandina Dezgeha Dadweriya Îranê dibêje navbihurî berî kûştina Qasim Silêmanî hatiye destgîr kirin û gotên wî berpirsî bi derew dixe.

Back to top button