Cîhan

Ew di dilê me de dijî

Roja 1ê Adara 2024an 45 saliya serkirde û generalê nemir gelê Kurd Mella Mistefa Barzanî ye ku jiyana xwe ji bo doza Kurdistaneke serbixwe û azadiyê terxan kiriye. Li gel pêşmergeyên xwe yên têkoşer û gelê Kurd li dijî dagirkeriyê rawestiya û li dijî zilmê berxwedaneke xurt nîşan daye.

Em bîranîna wî bi rêzdarî bi bîr tînin û bang li hemû gelê Kurd dikin ku, hemû pêşmerge û şehîdên xwe yên ku ji bo doza Kurd hemû qurbanî dane mbi bîr bînin û rêz û hurmetê jê re bigrin.

Em berdewam in ku agirê azadiyê û lêgerîna Kurdistaneke azad geş bibiriqînin û erkê me ye ku em meşaleya azadiyê hilgirin û ronahiya wan ji bo nifşên din geştir bibe. Bi têkoşîna yekbûyî ya li dijî dagirkeriyê, em dikarin feraseta yekbûyî ya Kurdistanê ya rêber û pêşmergên nemir binirxînin.

Ew di dilê med dijîn.

Berzan Kockaya
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Back to top button