Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi mebesta beşdarbûna di konferanseke dîplomatîk a li bajarê Antalya yê Tirkiyê, serdana bajarê Antalya yê Tirkiyê dike.
Di wê konfransa 3 rojî de, Serok Nêçîrvan Barzanî dê çendîn hevdîtinan ligel hejmarek beşdaran pêk bîne û têkeliyên navbera wan û rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj bike.
Mijarên şer, teror, koçberî, metirsî û encamên guherîna avhewayê, karesatên xwezayî û çend mijarên din dê ji aliyê beşdaran ve bên gotûbêjkirin.