Cîhan
Wezîrê Çandinî yê Almanyayê bi forma Amedsporê beziya

Wezîrê Xurek û Çandinî yê Almanyayê Cem Ozdemîr bi forma Amedsporê li kolanan spor kir.
Hezkirina Amedspor a ku piştî 3 tîmên mezin ên Tirkiye û welatên Ewropayê herî zêde xwedî temaşevan e, sînoran nas nake. Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2 emîn a TFFyê de ji bo serketinê têdikoşe, ji dûr ve piştgiriyek watedar wergirt.
Wezîrê Xurek û Çandinî yê Almanyayê Cem Ozdemîr bi forma Amedsporê derket sporê. Ozdemîr ê ku bi forma Amedsporê li kuçe û kolanên Almanyayê spor kir, li ser hesabê xwe yê medya civakî ev kêlî par vekir.