Ev dokumenter, belgeyeke dîrokî ye ku çîroka têgeha Kurdayetîya li bakurê Kurdistanê ya ji sala 88an digire û wê derfetê dide me ku em bikaribin Kurdayetîya îroyîn li hember hev deynin, muhakeme û muqayeseyan bikin.

Ev belge, çîroka Melek e, Evdilmelikê ji Amudê ye, çîroka şagirtekî yê bijîşkiyê yê ji başurê piçûk e.

Şair e, dengbêj e, ressam e, muzîkjen e…

Ev belge, belgeya Xoybûna Cegerxwîn e, çîroka helbesta “Berî her tiştî Kurd im” e ku çawan bi awazek alto, yê Evdilmelîk Şêxbekirê ji Amûdê ye hatîye Stenbolê û bûye yek ji stranên hişmendîya Neteweyî ya Kurdistanê.

Ev belge, îspata “çilmisandina” Kulîlkên Azadîya Kurdistanê ye ku ji me re bi awayekî xef zelal dike ka çawan, Neteweperestên Kurdistanî ji alîyê qesasên PKKê ve hatine qetilkirin û çawan di şûna wan da şitlên Kemalîstîyê çandine ye.

Ev belge, belgeya şahîdîyê ya çîyayê Engîzeka Mereşê ye, ka çawan qesas/kujerên Evdilmelîkî bi wî işkence kirine ye.

Ev belge, belgeya gemarîyê ya hişmendiya romannivîs Helîm Yûsiv e ku çawan zarokatiya Evdilmelîkî û şehadeta wî ji xwe re kiriye sermiyan û kujerên wî jî patronên siyasî ya “hunera” xwe ye.

Ev belge, belgeya ji ew kesên navên wan “heval” in, ku dixwazin hişmendîya Neteweyî ya Kurdistanê pûç bikin û di şûna wê de Apoizmê bilind bikin re şemaqek qerase û belgeya kambax bûyîna wan e.

Lê ev belge, herî zêde belgeya evîndarîya şagirtên Kurd yên li zanîngehan e. Ya di dilên xwe de bi kejalekê re rêwîtîyeke kesk û sor û zêrîn dikirin û bi heman hestên evîna Evdimelîkî re stranên wî yên

“Lê kejê, rûgeşê…
medet ji te, pir ciwanî
û
Lê lê rindê, rindikê way…

digotin e ye.

Jîndar Ax, 17 Gulanê 2020

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: