Nivîsar

Evîna Dijwar derket

Evîna Dijwar romaneke dîrokî ye ji aliyê nivîskar Mihemed Dehsiwar ve hatiye nivîsîn. Roman li ser jiyana Mistefa Barzanî ye.Jiyana serok Barzanî ya efsaneyî ji zakotiya wî bigire heta digehe dawiya salên 1970î, di vê romanê de ne tenê jiyana Barzanî herwesa ew dîroka kurd û Kurdistanê ye ya van salên dawiyê. Roman bi dîmen bûyer, dastan, berxwedan û xebata gelê kurd di van salêndawiye de qewimîne hatiye xemlandin.Romana Evîna Dijwar bi kurmancî û zimanekî hêsan hatiye nivîsanidn.Kutejiyana nivîskarî:M. Dehsiwar di sala 1959an de li Batmanê hatiye dinyayê. Wî xwendegeha pêşî, navî û lîse li wir xwendiye. Hê di xortaniya xwe de ketiya nav sefên welatperwerî û şoreşgeriyê. Piştî cûntayê ew mecbûrî derketina dervayî welêt bû û niha li Swêdê, li Stokholmê dijî. Piştî bicîbûna li Stockholmê û îmkanên xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, hewil da ko di vî warî de kar û xebatê bike. Wî li unîversîteya Stokholmê înstîtuya beşa siyasetzanînê û têkeliyên navdewletî xwendiye.Wî her wiha berhemên Henning Mankell wergerandine kurdî. Nivîs û berhemên wî di gelek kovar û rojbnameyan de hatine weşandin.M. Dehsiwar bi kurdiya kurmancî dinivîse.Berhem• Çiriskên rizgariyê. roman. – Çapa 1. – Stockholm: Weşanên Newroz, 1995. – 314 r. – ISBN 91-88128-01-6• Mizgîn: ferhengoka zarokan a bi wêne. – Çapa 1. – Stockholm: Newroz, 1995. – 255 r. – ISBN 91-88128-00-8

Back to top button