CîhanPolîtîk

Divê hemvahengî berdewam be

Li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê digel Kirîstin Wrmus cîgira wezîrê parastina  Amerîkayê bo karûbarên siyasî û şandeya pê re civiya.Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê amade bû, şandeya mêvan bi minasibeta serkeftina operasiyona azadkirina bajarê Şinaglê pîrozbahî li xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir û hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdên wê operasiyonê nîşan da û hêviya çakbûnê ji bo birîndaran xwest. Wan ew operasiyon weke yek ji destkeftiyên hevkariya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan û bi taybetî digel Amerîkayê, li dijî DAÎŞ wesif kir ku dê bandor li ser lawazbûna DAÎŞê li deverên din û rizgarkirina cîyên din hebe.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiyên serok, xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeşî Amerîka û welatên endam di hevpeymaniya navdewletîya dijî DAÎŞê de kir ku ji sedema wan alîkariyên leşkerî di demek gelek kurt de Şingal ji bin destê DAÎŞê hat rizgar kirin û hêvî xwest ji bo azadkirina deverên din jî ji bin destê terorîstan ew hevahengî berdewam be.Serokwezîr got ku, ew deverên hatine rizgar kirin pêwîstiya wan bi xizmetgozarî û avadankirinê heye û ev jî di demekê de ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomîya dijwar de derbas dibe û ji ber hindê gelek giringe civaka navdewletî hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bike.Serokwezîr îşaret bi wê yekê kir ku di qonaxên bên de pêwîste awayê hevkariyan di ber çavan re bê serbas kirin bi awayekî ku digel qonaxê bigunce û bandora wan zêdetir be.Nirxandina têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û têkeliyên navbera Hewlêr û Amerîkayê mijarên din yên civînê bûn. 

Back to top button