Polîtîk

Em eşkere dibêjin ku hebûna wan garantîya dahatuya Kurdan e

RIZGARKIRINA ŞINGALÊ ÊRÎŞÊN TERORÎ LI FRANSA Û DAIŞDi bin fermandarîya Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî de Pêşmergeyên qehreman serkeftineke mezin bi dest xistin û Şingalê ji terorîstên DAIŞê paqij kirin. Bê guman ev serkeftina girîng, wê bibe bingeha serkeftinên hîn mezintir.Bi vê operasyonê careke din eşkere xuya bû ku Pêşmerge çi qas serkeftî ne û di şerê mirovîhîyê û hovên terorîst de şenseke mezin in ji bo mirovahîyê.Em ji bo vê serkeftinê hemû Pêşmergeyên qehreman û Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ji dil û can pîroz dikin. Em eşkere dibêjin ku hebûna wan garantîya dahatuya Kurdan e. Di heman demê de em sersaxîyê ji malbatên şehîdan û ji hemû miletê Kurd re dixwazin. Xwedayê Dilovan wan bi rehma xwe şa bike. Cihê wan Bihuşta Rengîn be.Di rojeke ku di serî de miletê Kurd hemû miletên cihanê qala serkeftina Pêşmergeyan dikirin û bi vê serkeftînê kêfxweşbûn, xebereke nexweş ji paytexta Fransayê hat. Hovên terorîst li Parîsê êrîşê sivîlan kirin û bûn sedema mirina gelek mirovên bêguneh. Em bi vê xebera nexweş dilgirina bûn û him êrîşên terorî him jî terorîstên hov nelet dikin. Xwedê sebrê bide bi taybetî malbatên mirîyan û bi giştî hemû gelê Fransayê. Şifayê xêrê bo birîndaran dixwazin.Dema em serkeftina Pêşmergeyan û êrîşa terorî ya li Parîsê, ku li du hev çêbûn, bi hev re binirxînin dikarin çend encama jê derxin.Encama yekemîn ev e ku terorîstên DAIŞê bi vê êrîşê careke din nîşan dan ku ew dijminê hemû mirovahîyê ne û lazim e ev pirsgirêk ji kokê ve çareşer bibe. Rêya wî jî êrîşkirina li ser navêndên wan Musil û Reqa ye.Encama duyemîn jî ev e ku êdî Pêşmerge xwe ispat kirîye ku dema alîkarîya çekan û balafiran hebe, terorîstên DAIŞê nikare li hember wan tişteke bike. Loma lazim e hêzên mezin ên cihanê piştgirîya Pêşmergeyan bikin û çekên giran ji Pêşmergeyan re bişînin.Hêvîya me ew e ku zûtirîn dem pirsgirêka terorî ya ku li serê hemû cihanê bûye bela biqede. Loma em bangî hemû hêzên navnetewî dikin ku çekên giran ji Pêşmergeyan re bişînin û careke din eşkere dikin ku ji bo şerê li dijî DAIŞê lazim e Pêşmergeyên başûrê rojavayê Kurdistanê, ku di rizgarkirina Şingalê de du şehîd dan, derbasî başûrê rojavayê Kurdistanê bibin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ15.11.2015

Back to top button