Serwokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje: Evê nêzîkî 10 salan e ku Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilin e.Li gora Rudawê, serwokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke ligel televîzyona Meyadinê de derbarê rojevê de daxuyanî da û li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê jî got, ew yek bizanebûn tê mezinkirin.Heyder Ebadî wiha got: “Ev mijar ji bo destkeftiyên hêzên Iraqê yên li hemberî DAIŞê bêne niximdan mezin dikin.”Ebadî herwiha diyar kir ku Ala Kurdistanê 10 sal e li parêzgeha Kerkûkê liba dibe.Encumena Parêzgeha Kekrûkê roja 28ê Adarê biryar da, ku li tevahî sazî û dezgehên parêzgehê Ala Kurdistanê were bilindkirin. Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên kurdî piştgirî dane vê biryarê lê beşekê sunne û şieyên endamên parlamentoya Iraqê li dijî vê biryarê derketibûn.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025