CîhanPolîtîk

Ev wenê divê rast bê xwendin

Serdana serokê Kurtdistanê ya Tirkiye ji hemû serdanên din cuda bû.Ji berî her tiştekî serokê Kurdistanê wek serokê welatekî hate pêşwazî kirin.Li hevdîtina li gel serokwezîrê Tirkiye pêkanî Ala Kurdistanê cara yekem li serokwezeretiya dewleta Tirk de hate danîn.Ev yek bi xwe bi serê xwe bûyerek girîng e û divê ev bê dîtin û peyama vî weneyî baş bê xwendin.Gelek spekelasyon li ser vê serdanê têne kirin.Hinek alî dixwazin sihekî bêxin li ser naveroka vê serdana dîrokî.Gelek vekirî di serî de Îran û eniya ku Îran serkêşiyê dike li dijê vê seredana Barzanîne.Herweha ew kesên ku naxwazin kurd li herêmê de bibin aktorek bingehîn ji vê seredanê ne rihetin.Çend xalên girîng di vê serdanê de henekî ji bo pêşeroja Kurdistanê rolek teybet dileyze.Sibe dewletek Kurdî li Başûr bê ragihandin dê Tirkiye vê dewletênas bike. Ev peyam xweşik hate ragihandin.Xeta netewî Kurdistanî di serokatiya Barzanî de dest xwe rêxistinê dike.Barzanî û kurd çareseriya pirsgirêkên herêmê de aktorek esasin.  

Back to top button