Ev şerê heyî ne şerê kurda ye
Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistanê PSK, Mesud Tek li ser rewşa di vê qonaxê de li Bakurê Kurdistanê dest dayî bersiva pirsên Rojevakurd da. Tek dide xûyakirin ku Ev şerê heyî ne şerê kurda ye. Rojevakurd: Gelo ev şerê li Bakur ji nûve destpêkirî, şerê çîye û şerê kiye?Mesud Tek: Li ser sedema şerê navborî gelek tişt hat gotin û wê bê gotinê jî. Meriv dikare pirsiyara “şerê hanê şerê kî ye” û bi kêrî kî tê” gelek tişt bêje. Lê belê rastî ev e, ku şerê hanê ne şerê Kurdan e. Belê rast e, şerê navborî ji aliyê Kurdan ve jî tê kirin, Kurd jî şer dike, dikuje û tê kuştinê, lê belê şerê hanê herwekî jî daxuyaniyên KCK û gotinên berpirsên KCK diyar e ne ya Kurdan e û, armancên şerê navborî ne armancên netewî ne. Rojevakurd: Miletê Kurd feydê yan zererê ji vî şerî dibinê? çewe?Mesud Tek: Bê guman gelê Kurd li Kurdistana Bakur ne tenê ji vê şerê ji hemû şerên, ku ji aliyê PKK ve hatıne kirinê, zerermend bû û dibe. Ji ber ku li Bakurê welatê me bi kar anina çek ji bona bi dest xistina mafan, ne di berjewendiya gelê Kurd da ye. Li ciyek an welatek da, ku hel û merc ji bona şiweyên xebata aşitayane musaîd be û meriv bikare hemu daxwazên xwe bi reyên demokratîk pêşkeş bike û bona van armancan tebikoşe, pêgirî li ser xebata çekdarî û şer, zirarê digihîne gelê bindest. Bi bona vê yekê şerê navborî, bi kêrî gelê me nîne û bi kêrî şerxwazên herdu alî, hêzên Tirk yên mîlîtarîst, diji demokrasî û dijminên azadiya Kurdistanê, hinek dewletên navçe wekî Îran û Suriyê û dewletên derweyî tê. Rojevakurd: Di vî şerî de hun dikarin helwesta dewletê û PKKê binirxînin?Mesud Tek: Bersîva pirsa henê li jorê heye. Dewleta Tirk û PKK guhê xwe nedane daxwazên hezên demokrat, aşitî û azadîxwazên Kurd û Tirk, bona cî be cî kirina ajandayên xwe dest bi şer kirin û dirêje bi şerê hanê yê bê wate didin. Guman têda nine, herdu alî wê vegerine ser “pêvajoya çareserî”, ji ber ku ji bona herdu alî û hemu kes eşkere bûye, ku ne dewlet dikare bi çek zora PKK bibe, ne jî PKK dikare… Ji bona vê yekê girîng nîne, ku em berpirs û despêkerê şerê hanê destnişan bikin, girîng ev e ku em çawa dikarin herçî zutir pêşiya şerê hanê bigrin û ji bona vê armancê divê çi bikin? Rojevakurd: Rola HDP di van bûyeran de wek partiyek ku 80 kursî destve anîne çîye?Mesud Tek: Bi gor bîr û baweriya min di şerên navborî da tu rola HDP nîne, ji ber ku yên ku şer dike û biryara şer didin ne HDP ye, dewlet û KCK ye. Meriv dikare bêje, ku ji bona aşitî û pêşî lê girtina şerê hanê, HDP dikari bû pirtir kar û xebatê bike û helwesteka pêgirtir bigre. Lê divê ji bira me neçe, ku gava berpirsên HDP tiştek ku ne bi gor dilê KCK gotine, berpirsên KCK berpêçe gotina wan dan û pûç derxistin,.Meriv dikare rexne li helwesta HDP li beramber KCK bigre û jê bixwaze ku bi dengekê hîn bilindtir û tundtir ji KCK bixwaze, ku şer neke, bê qeyd û şert agirbest rabigîhine. Merîv dikare bêje ku HDP dikare bi hezaran kes, bona aşitî û rawestandina şer bîne ser kolanan, ku wekî li Îspanya bûye. Lê belê dive ji bîr nekin, ku çalakiyên meydanî ji bona aşitî û pêşî lêgirtina şer ne tenê erkê HDP ye erkê me hemu ye, erkê hemu hêzên aşitixwaz û welatparêz û demokrat e.Kêmasiya aliyek, nişana evê nine ku me erkê xwe bi tamami bi ci aniye.