Ev rastiya demêye
KURD pêwîste di biryara xweda a ji bo serxwebûnê bi îsrarbin. Serok wezîrê Turkîyeyê T. Erdoxan jî mînanî bapîrê xwe amedeye destê kurda ramûse. Kurd bi deman li bin ala dagirkeranda ser ketine. Hewil didin ji kurda disa ji bo pêşeroja Turkîyeyê pêk bînin.Hemû fend –fêlê xwe klasîk anîne holê. Lê feydê wê tune,dem ne ew deme,vêcarê ala kurda milmilandî heye,yektîya kurda pêşda hatîye,û bûne XWEDAN HEST ê neteweyî. KURD BÛNE HÊZEK BERBIÇAV.
Yek jî dawîya desthilatdarîya bi zulm-zorê tune.Parçebûna Turkîyê zerûreta dîrokîye ,ev rê destpêkêda Turkîyê bi xwe ji xwera hilbijartîye.Bingeha hilweşandina Turkîyê dema damezirandina wêda hatibû danînê.Bi înkarkirina mafên gelan ve, bi TUNEKIRINA heyîna netewan ve hatin gêhiştin li vê rewşê.Bi Erdoxan ve PROJEYA NIJATPERESTÎYA DEWLETA turk yê xitimbe .
Ev aşîtîya qelb jî yê nikarbe Turkîyeyê ji hilweşandinê biparêze. EV RASTÎYA DEMÊYE. Kal bavê me weha gotine .,,,, Çi direşînî wê jî diçinî,,,,,
DÎDEMA DÎROKÎ
Îro dîdema rojhilatê dîroka hezar salan tine li pêş cava,–dîroka dagirkerîyê,talankarîyê,xapandinê .,çewisandinê. Sîyaseta hilweşandin,.qels kirinê a dewletên rojhilatê bi parçe kirina Turkîyeyê ve yê dawîbe. Pêwîste kurd vê care jîr û şîyarbin ,lewra dîrok şaşîya naborîne,,Turkîye beqî kurda hertim pêşketî û serbixwe bûye.Turkîyeyê vê care yê nikaribe ji vê dîdema dîrokî bifilte.,ji bo filitandinê gelekî derengî ketîye,egle bûye ,di dijî kurdan hertim saxlem nebûye,qelp bûye,dilsoz nînbûye,kurd vê yekê ji bîr nakin. HELWESTA DAGIRKERÊN ên dîrokî a neqenc hemberî kurda dubare xuya dibe. Heqê kurdan tune bên xapandin. Aştîya derew ji mezlûmanra zirarê tine.Kurdara serkeftin îro pêwîste. Dema kurda hat gêhîşt.
Komîsîyona aqilmendan jî di gorî daxwaz,xastek û berxwedana kurda nine.Di bin vêda fesadên veşartî yên wedelî dikarin peydabin.Lê bi gorî demê kurd têgêhiûtine.,bi rêk û pêkin..Vê dîdema dîrokîda heqê kurda heye kurd serkevin.JI BO SERKETIN Û PÊŞKETINAN KURD JÎNE….û LI QADAN de xwe naskirin..
Aştîya derew jî ji bo dirêjkirina jîyana Turkîyeyêye KLASÎKE..TURK NUJENBÛNÊ QEBÛL NAKIN,kurda hesnakin azad bibînin, lê ji tenezûlê jî azad nabin.,xelas nabin.
Bapîrê me weha gotine,,,,Kî yekî din re ku bîrê vedikole ew bi xwe dikevê,,,
Kurd berxwedana xwe re dilsozin ,vê pêvajoyêda tiştê ku kurd undake bindestîye…………tiştê enî pîroz jî ji bo kurdan jîyana paqije û rastîya dîrokêye.. ronahîya pêşerojêye,rizgarîye……………………………………………………………
AŞÎTÎ AN SERXWEBÛN BILA HER KURD BIFIKIRE…………..
BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ..
7.O4. 2013.