Li destpêkê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikarê rojane 400 hezar bermîl neft bişîne derve.
Medyayên cîhanê bi girîngî ve behsa wê siyasetê dikin ku Hikumeta Herêma Kurdistanê li kerta neft de peyrew dike.
Kovara Bloomberg Businessweek ê Amerîkî raporekî vi navê (Kurdistan’s Oil Ambitions) belavkiriye û têda hatiye nivîsîn ku Herêma Kurdistanê xwedî 45 milyar bermîl nefta xave û eve jî wiha kiriye hejmarek ji kompanyayên navdarên cîhanî yê warê neftê bi mebesta veberhênanê serî li vê Herêmê bidin.
Hikumeta Herêma Kurdistanê li van çend salên derbasbûyî de hewla derxistina neftê de buye. Temamkirina îş û karên taybet bi boriyên neftî ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye wê wateyê digihîne Hikumeta Herêma Kurdistanê kêşeya wî ya şandina derveya neftê jî nabê.
Her wiha malpera Bloomberg Businessweek dibêje siyaseta neftî ya Herêma Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest ve aniye û eve jî li dû waran de gelek girînge. Warê yekem, ev neft dibê yarmetîderek ji bo wê yekê Kurd bigihin armanca xwe ya kevin ku ew jî bûna xwedî dewleta serbixweye. Warê duyem jî li çend salên pêş de Herêm rolekî mezin li bazara uzeya cîhanê de dibîne.