Dosya

Ev qir bi destên İttihat Teraqqi û Sultan Abdülhamid hate cî. Lê belê Kurd jî bi tev in.

Ev qir bi destên İttihat Teraqqi û Sultan Abdülhamid hate cî. Lê belê Kurd jî bi tev in.

Bisilavêngermîn,Hevalno ev mijar gelekî girîng e, lewra bi kurtayî nayê pejirandin. Min di pirtûkên xwe de kêmbe jî nivîsand. Ana destê min de xebatek heye yê çap bibe, di wir de jî min qal kir.

Ev qir bi destên İttihat Teraqqi û Sultan Abdülhamid hate cî. Lê belê Kurd jî bi tev in. Hine cîyan yê zêde bi destên Kurdan hatin qirqirin. Kurdên feqîr bi nezanî û bi tesîra Ola Îslami tev bûn. Feodal û mezinên Kurdan malên Ermeniyan,erdên wan û qîzên wan ji wan girtin. İT. cara pêşîn 5 kesa damezirandin, du kes Kurd bûn, Abdullah Cewdet (Arapkîrî), îshaq Sükûtî (Amedî). Hemû kes dixwest kû Osmani qels nebe, bê xelaskirinê. Lê piştî şerê Balkanan (1913) Osmanî şer winda kir û gelek erd û gelên din ji İmparatoriyê qetyan. İT. ji bû nijandperest û pan-Tirk. Netewperestên Ermeniyan her çûn xurt û aktiv bûn.

1894-96’an de bi xwestina Abdülhamid ji Ruha’yê dest pê bike heta Wan’ê him Alayên Hemîdîye û him jî Kurdên eşîr bi sofîtî Ermeni qir kirin. Bi arşîvên Avrûpa hejmaran wan 20.000 kes bûn. Avrûpa Sultan rexne kir, Wi jî ‘Ben urun dedim, öldürün demedim’ got. Bi xwestina Abdülhamid ev iş bû. Bi destên Kurdan, Hemîdîye, fanatîk Müslüman, axa û beg. Bîrnekin 1890’anda li deşta Mûşê Hecî Mûsa û bûyera Gulo. Li ser vê bûyere pirtûk çêbûn, mehkeme kirin li rojnamên Avrûpayî de cî girtin.

Cemal Paşa, Enver Paşa sûcdar in, lê yê yekem Talat Paşa ye. Ji Kurdan jî Zîya Gökalp û Piriççîzade ne. Lê eşrafên Diyarbeirê giştan vi kari de cî girtin. Mistefa Cemilpaşa yê pêşîn, bavê Mistefa Ekincî Hecî Yasîn yê duem bu. Lista wan di pirtuka Şevket Beysanoğlu (Diyarbakır Tarihi) de heye. Piştî damazirandina Komara Tirkîyê gişt hatin sirgûkirinê.

Bediüzzeman tevî şerê Rûsan bû (1916) lê tevî kuştina Ermenîyan nebû. Pirtûka Wî ya (İçtimaiyat Dersleri- Nûbihar yay.)de ev babet cî digre. Lê beşek Kurdan Ermenî xwayî kirine û parastine. Begên Müksê, begên Qoçgiri’yê Mistefa Paşa wek mînak. Di rojnamên Kurdistan û Osmanli de Abdürrehman Bedirxan û Dr. Abdullah Cevdet gelek caran maqale nivîsîn ku Kurd Ermeniyan nekujin.

Her zêde nivîsandin dixwaze, bibaxşînin ana ne hêsa ye, ne amade me. Bi ya min, Kurd jî sucdar in, em gere ji dîrokê û Ermeniyan baxişandinê bixwazin. Dewletê Kurd dane xebatê, bi me da kirinê, nabe sebeb. Me jî nebaşî kiriye.. Bimînin di xweşîyê de.

Dr. Naci Kutlay.

Back to top button