Ev ne helwesta kesên demokrat e
Li Diyarbekirê BDP bi daxwaziya “ Xweseriya Demokratik“ xwepêşandanek pêkanî. Di vê xwepêşandanê de hinek nivîsên balkêş hebûn. Nivîsek gelek balkêş bi zimanê tirkî, bi vî awayî bû: “ Gelê kurd wek Galip Ensarioglu û Emîn Aktar ne hevalbendiya Ak-Partiyê dixwazin. Gelê kurd xweseriya demokratîk dixwaze. “ Ev nivîsa ji aliyê xwepêşandana ve hatî rakirin di bingehê xwe de dîtina BDP-ê bi xwe ye.
PKK/BDP ve demeke projeya “ Xweseriya demokratîk“ kiriyê di rojeva siyasetê de. Çend cara serokê BDP-ê Demirtaş li ser naveroka “ Xweseriya demokratîk“ dîtinên xwe gotin û behsa vê projeyê kir. Di rastiya xwe de ev proje ne li dijê daxwaziyên dewleta Tirk e. Ew proje bi tu awayî ne projeya destxistina mafê rewa yê gelê kurd e. Ez di vê nivîsê de li ser naverokê vê projê nasekinim. Ji ber ku tu naveroka vê projêye ji bo çareseriya pirsa kurd tuneye. Di vê derê de ya girîng helwesta BDP-ê ye.
Eve demeke di çareseriya pirsa kurd de rolê rêxistinên sivîl derdikeve pêş. Rêxistinên sivîl çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî de xwedî rolek mezinin. Dema pirsa vekirina demokratîk û hatî rojevê heta niha, rêxistinên sivîl gelek çelakî pêkanîne û daxwazên xwe yên hevbeş ji bo pêşxistina demokrasiyê, ji bo sekinandina şer û vê yekê ve girêdayî ji bo çareseriya pirsa kurd anîne ziman û dengê xwe bilind kirine. Gelek caran vê helwesta wan ji hinek partiyên siyasî gelektir bandora xwe li ser rojeva siyasî kiriye.
Dema berpirsên van rêxistinên sivîl di derbarê rojeva siyasî de dîtinên xwe dibêjin, BDP aciz dibe û li himber berpirsên van dezgehan daxuyaniyên tehdîtkar û di ne cihê xwe de didin. Dema BTP gavek erênî tavêjê ev rêxistin û gelek kesayetên siyasî û rewşenbîr pişgiriya BDP-ê dikin. Lê dema ji derê dîtin û insiyatîfa BDP-ê hinek dengê xwe derxin ew bi awayekî têne tehdît kirin heta xayin têne îlan kirin.
Eger di rastiya xwe de hinek parlementer û berpirsiyarên BDP-ê vê yekê nabînin û hêjî behsa demokratbûnê dikin, ev dibe eybek mezin ya wan û kesayeta wan ya siyasî. Galip Ensarîoglu û Emin Aktar, berpirsên du dezgehên gelek girîng li Diyarbekirin. Gelek berpirsên din yên dezgehên sivîl, di çareseriya pirsa kurd de xwedî helwest li Diyarbekir hene. Tu mafê BDP-ê tuneye ku ji bo tenê wek wan nafikirin wan xayin ilan bikin.
Ji berî hertiştekî, dema mirov doza demokrasiyê li hinek din bike, divê mirov bi kesayeta xwe de demokrat be. Dema mirov ji xwe pê ve kesekî din tehemûl neke, ferqa mirov û helwesta wê dewleta ku em gazinda jê dikin namîne.
Xelkê kurd, rewşenbîr, nivîskar , berpirsên dezgehên sivîl ne mecbûrin itiata BDP-ê bikin. Eger BDP siyaseta xwe ya ku tê zanîn berdewam bike , dê ewê bi xwe zerera herî mezin bibîne. Dê ewê baweriya xwe di nav gelê kurd de winda bikin û dê di nav BDP-ê bi xwe de hinek dengên ku demokrasiyê diparêzin derkeve.
Divê her kesayetek kurd û demokrat, li himber vê helwesta BDP-ê ya tehdîtkar derkeve. Divê herkesek li wan kesayetên ku ji aliyê BTP-ê ve ji bo dîtinên wan cudane tên tehdît kirin xwedî derkeve. Ev yek dibe li xwedî derketina demokrasiyê bi xwe di nav civata kurd de.
Ya ji hemiyê girîngtir, divê parlementerên PDP-ê, berpirs û hevalbendên PDP-ê, vê siyaseta tehdîtkar berçav re derbas bikin. Duh Mîroglu, îro Ensarioglu û Aktar bi hinek tiştên xirab têne tawanbarkirin û bi awayekî tên tehdît kirin. Ev helwest di bingehê xwe de dijê her kesekî ku ne wekî BDP-ê difikirin e.
1.1.2011
Dara Bilek