Kultur
Ev Kurdên Tirsinok ji ku derket?
Li Tirkiyê pertukek bi navê Ev Kurdên Tirsinok ‘Şu Yılgın Kürtler’ bi zimanê Tirkî derket.
Pertûka Ev Kurdên Tirsinok ji aliyê Nivîskar Mirkan Baran ve hatiye nivîsandin. Pertûk di derbarê çareserkirina pirsa Kurd ya bi awayeke mirovane de, nêrînên nû aniye ziman.
Li naveroka pertûkê de bi dehan salan qedexebûna zimanê Kurdî, Plana guhertina rojhilat (Şark Islahat Planı) ya di sala 1925 û sizadana gelê Kurd û Orgeneral Cemal Gürsel Serokê kudetaya leşkeriya 27 Gulanê ku gotibû li vî welatî Kurd tûneye, ewê ku bibêje Kurd heye ezê tif bikim rûyê wî…. û gelek êşên Kurdan aniye ziman.
Her wiha Koçberî, birçîtî, bêkarî, sefîlî, hejarî, zextên rêxistin û zextên dewletê û kûştiyên kûştarên wan ne diyar bala xwendevanan dikşîne.