Kultur

Ev der ne qada şere ev der…

Ev der ne qada şere
Ev der…

Di rojek berbanga buharê de
Li ber sînga Feratê xem û keseran
Di destê wan de rengîna suruştê
Di gewirya wan de sirûda haştiyê
Ji bo ku ev roj newroze
Ne Hecac û ne Mensûrin
Ne Yezîd û ne Wlîdin
Tenê ji vê sîpîdê re gotin merheba…
Destên çepel
Mejyên kor
Herin qada şerxwazan
Ev der ne Cemel û Hetîn
Ev der …..
Hûn çidikin
Evîndaran dikujin gulokên devliken
Tolê ji kê distînin
Heyfa kê hiltînin
Ev der neqada şere
Ev der…
Karê weye buhar û laleyan verşînin
Birçiyê goştê bedewan,tiyên xwîna gunehan
Mê têra du hezar sal kiriye
Emê têra du hezar salên dîtir jî bikin
Hûn tiyê xwînê ronakxwirên har
Me li ku bibînin  me bixwin vexwin
Û emê her bi xwîn û xwêdana xwe
Roj û ronakan vêxin…..

 

 

Beşîrê Melle


 

 

Back to top button