Dosya

Ev çawa jiyana bi Kurdî ye

 Li bakûrê Kurdistanê 100 şaredarî di destê Kurdan de ye. Lê mixabin wan şaredariyan delfetên di destên xwe de baş bikarnayînin

Li bakûrê Kurdistanê daxwaza sereke ya Kurdan fermî bûna Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.

Dewleta Tirk bi her avayî dijî vê daxwazê ye û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bo Kurdan nayê nasîn. Li bakûrê Kurdistanê asîmîlasyon gihêştiye asteke pir xeter û bikaranîna zimanê Kurdî bi taybetî bajarên wek Amed, Riha û çend bajarên mezin ên Kurdan de gellek qels e.

Li aliyekî asîmîlasyona giran a dewleta Tirk bi riya perwerdeya Tirkî û televizyonên Tirkî êdî rewş wisa bûye ku Kurd xwe bixwe jî asîmîle dikin. Malbat bi zimanê Kurdî naaxifin, zarokên xwe hînî Kurdî nakin. Ciwanên Kurd ku têde beşeke mezin ku xwe wek welatparêz nîşan didin jî zimanê Kurdî bikarnaynin.

Di demê dawî de jî “Jiyana bi Kurdî” her diçe li Kurdistanê belav dibe û elqeya gelê Kurd jî pir mezin e. Esnaf tabelayên xwe digûherin û saziyên Kurdan gavên pêwît davêjin. Lê di pêvajoyekî wisa girîng de şaredariyên ku di destê kurdan de ye berpiryariyên xwe nayinin cîh.

Rewşeke wisa derketiye holê ku êdî bi qasê dewleta Tirk, Kurd jî di mijara zimanê Kurd de sûcdar rin û di pêkhatina asîmîlayonê de berpirsyarin. Perçeyeke vî rewşa xirab jî şaredariyên di destê Kurdan de ne pêk tînin. Niha li bakûrê Kurdistanê 100 şaredarî di destê Kurdan de ye. Lê mixabin wan şaredariyan delfetên di destên xwe de baş bikarnayinin.

Şaredariyên Kurd ku bi avayekî mafdar gilî û gazincên xwe ji dewleta Tirk tînin di heman demê de jî alîkariya asîmîlasyonê dikin. Ji xeynî çend xebatên biçûk ên çend şaredariyan wekî şaredariya Amedê ji bo zimanê Kurdî xebatên berbiçav nayê kirin. Divê di vî mijarê de şaredariya mezin Amedê were pîroz kirin. Her çiqas kêm be jî di nav şaredariyên Kurd de şaredariya Amedê û çend şaredariyên din hewlên baş didin. Lê hejmara wan şaredariyan ji 10ê kêmtir e.

Her ku diçe hêza înternetê zêde dibe lê bi taybetî şaredariyên kurd di warê înternetê de xebatên lawaz dimeşînin. Piraniya malperên şaredariyên Kurd him di warê teknîkî de xirab in û piraniya wan jî tenê bi zimanê Tirkî weşanê dikin. Ji nav şaredariyên Kurd tenê 8 şaredarî di malpera xwe de beşa zimanê kurdî vekirine.

Şaredariyên ku beşa Kurdî vekirine û yên nevekirine ewin;

Şaredariyên Kurdî ku di malperên wan de beşa Kurdî heye (8)
Şaredariya mezin Amedê, Şaredariya Wanê, Şaredariya Dêrsîmê, Şaredariya Qoser (Kızıltepe) ya Mêrdînê, Şaredariya Nisêbîn ya Mêrdînê, Şaredariya Wêranşarê ya Rihayê, Şaredariya Norşînê ya Bedlêsê, Şaredariya Tetwanê ya Bedlêsê,

Şaredariyên Kurdî ku di malperên wan de beşa Kurdî tune- Tenê Tirkî (91)
Şaredariya Batmanê, Şardariya îdırê, Şaredairya Sêrtê, Şaredariya Yenîşehîrê a Amedê, Şaredariya Kayapinarê a Amedê, Şaredariya Baglarê ya Amedê, Şaredariya Bostanîçî ya Wanê, Şaredariya Ozalpê ya Wanê, Şaredariya Geverê ya Colemêrgê, Şaredariya Colemêrgê, Şaredariya Şirnexê, Şaredariya Şemzînanê, Şaredariya Sûrê ya Amedê, Şaredariya Şirnexê, Şaredariya Cizîrê, Şaredariya Sîlopîyê ya Şirnexê, Şaredariya Surucê ya Şirnexê, Şaredariya Eruhê ya Şirnexê, Şaredariya Erxenî ya Amedê, Şaredariya Ferqînê ya Amedê, Şaredariya Liceyê ya Amedê, Şaredariya Kulpê ya Amedê, Şaredariya Dîcle ya Amedê, Şaredariya Bismîlê ya Amedê, Şaredariya Beşîrî ya Batmanê, Şaredariya Kozluk ya Batmanê, Şaredariya Beytüşşebab ya Şirnexê, Şaredariya Bazîdê ya Agirîyê, Şaredariya Diyadinê, Şaredariya Ceylanpinarê ya Rihayê, Şaredariya Dargeçitê, Şaredariya Kurtalanê, Şaredariya Çelê (Çukurca) yê Şirnexê, û hin şaredariyên navçe û gellek bajarokan jî hê malpera xwe venekerine û yên vekirinê jî hemû bi zimanê Tirkî ne…

Şaredariyên Kurdan ên bakûrê Kurdistanê divê çi bikin?;

– Hemû şaredariyên Kurd a di destê BDP de ne, dikarin hemû afîş û îlan û bang û pîrozbahî û reklamên xwe yên navxwe li gel zimanê Tirkî bi zimanê Kurdî jî bikin. Li pêşiya vî tiştî niha astengiya qanûnî tune ye. Tê dîtin ku şaredariya Amed û çend şaredariyên hin caran afîşên xwe bi Kurdî jî amade dikin lê ne hemû…

– Hemû şaredariyên Kurd, dikarin ser otobus û qamyon û wesayitên xebatê û qûtiyên çopan û kertên otobusan û ser lewha û tabelayên xwe de li gel zimanê Tirkî, zimanê Kurdî bikarbînin.

–  Hemû şaredariyên Kurd divê her xebatên xwe de li gel zimanê Tirkî zimanê Kurdî jî bikarbînin. Wek mînak şaredariya mezin Amedê pirtikên nasandinê ku ji bo ‘Mala Rojê’ amade kiriye tenê bi zimanê Tirkî û Engîlîzî ye. Her wiha pirtûka nasandina bakûrê Kurdistanê jî bi Tirkî û Engîlîzî bû. Di gellek xebatên bi vî rengî de zimanê Kurdî ji aliyê şaredariyên Kurd ve tune tê hesibandin.

– Hemû şaredariyên Kurd, dikarin zebita jî tev de ji bo hemû xebatkarên xwe qûrsa zimanê Kurdî bidin û xebatên navxwe jî bi zimanê Kurdî bikin.

– Xebatkarên hemû şaredariyên Kurd divê bi gel re bi zimanê Kurdî biaxifin.

– Hemû şaredariyên Kurd divê di malperên şaredariyên xwe de beşa zimanê Kurdî vekin.

– Hemû şaredariyên Kurd divê di bultenên xwe de li gel Tirkî herî kêm %60 jî zimanê Kurdî bikarbînin.

– Hemû şaredariyên Kurd divê ji bo gel qûrsên zimanê Kurdî vekin û avayekî daîmî vê xebatê bikin.

– Her çiqas dewleta Tirk astengiyan derdixe jî divê hemû şaredariyên Kurd navên kûçe û kolanan wergerînin Kurdî. Divê ji dozan neye tirsîn elbet dewleta Tirk paşve gav bavêje. Bê gûman maf naye dayin, maf tê girtin.

– Hemû şaredariyên Kurd divê beşeke budceyên xwe ji bo zimanê Kurdî bikarbînin û piştgirî bidin xebatên ( pirtûk, lêkolîn, sînema û hwd.) bi zimanê Kurdî.

– Divê şaredariyên Kurd dev ji qûrsên xwendin û nivîsandinê ên bi zimanê Tirkî berdin.

Bêguman zêdetir xal dikare bê rêz kirin. Lê ji bo dema niha xalên li jor jî bêne pêkanîn wê têrî bike..

 

(HAWAR NET / servîsa nûçeyên rojevê)

Back to top button