Ev bûyer xizmetê ji kê re dike
Bûyerên li Geverê destpêkirîn û li cihên din yên Kurdistanê belav bûyîn, dibe sedemek bingehîn ku mirov pirsekî bike. Gelo ev bûyer ji bo çi niha destpêkirin?
Piştî seredana Erdogan ya Diyarbekirê û taybetî piştî kifşkirina berendamên bajarvaniya destpêkirina van bûyeran balkêşe. Dema çek neteqin û siha tifengê li ser siyasetê kêm bibe. Hindikbê jî hişên xelkê tê serê wan hêdî xelk normaltir dikarin bifikirin û bûyerên derdora xwe rastir şirove bikin.
Niha çi bibe bila be, kî çewe û çi armancê bibê sedema van bûyeran bila be. Ev bûyer provakasyonin, xwîna van kurdên jîyana xwe ji dest dayîn ji her tiştekî bihatire. Nebê ku xatirê çend dengên zêde jiyana xelkê bête heba kirin.
Cardin di van bûyeran de hovitiya dewletê hate xûyakirin. Lê wek dewletê ew kesên van gencan datêxin kolanan jî berpirsiyarin.
Eve demeke dengê çakan sekinî bû. Hêdî di jiyana xelkê ya rojane de guhertin dihatin xuyakirin. Civak ber bi qonaxek normalîzekirinê ve diçû. Hêviya aşitiyê peyda bibû. Lê ew di rastiya xwe de ne pêvajoya aşitiyê bû. Lê welê dihat nav kirin. Dema aşitî ne li ser hîmek bingeh bête avakirin, çewtiyên wê jî bi vî awayî derdikevin holê.
Eger bê deng û bê şer heta hilbijartina pêvajo berdewam bike muhtemel dengê BDPê li herêmê kêm dibin. Di rastiya xwe de jî heta BDP îdeolojiya xwe ya teng de li pirsan binêre û ew bi xwe wek partiyekî “sivîl“ nebine û herweha bi îrada xwe berendamên xwe ji bo bajarvaniya nikaribin kifş bikin, mirov tenê behsa siyaseta PKKê û rolê PKKê dike.
Em hemû dizanin ku berendamên BDPê ne li nawenda BDPê têne diyarkirin. Wek din dema di warek normal de berendam bêne diyarkirin dê di nava BDPê de jî munaqeşe vekirî destpêbikin herkesek doza mafê xwe bike. Lê dema şer hebê, bûyer hebin tevlîhevî hebe di nav BDPê de kesek nikare dîtina xwe bi azadî bêje û biryarekî ku jê ne bawer jî rexne bike.
Bûyerên li Geverê destpêkirîn û li deverên din yên Kurdistanê belav bûyîn cardin dikeve xizmeta wan alî û kesayetên li ser xwîna zarokên kurdan siyasetê dikin. Ji bo vê yekê pêwiste ku ev bûyer baş bêne nirxandin. Gelo kîjan serokatiya bajarvaniyê li Bakur ji xwîna hatî rijandin bihatire? Gelo ji bo çend dengên zêde, yan jî ji bo prejtîja siyasî hêjaye ku çend kurd jiyana xwe ji dest bidin?
Çi hêzên dewletê bin û çi PKK be, kî dibe sedema van bûyeran divê vekirî bêne tawanbarkirin. Ji ber ku dawiyê de gelê Kurdistanê winda dike û xwîna kurdan tê rijandin. PKKê bi salan siyasetmedar, rewşenbîr, kesayetên kurd mecbûr kirin ku di navbera dewlet û PKKê de tercîhe kî bikin. Gelek insan ketin di vê xefkê de. Lê divê pîvana tercîhê berjewendiyên netewî yên gelên Kurdistanê be. Nabe berjewendiya aliyek siyasî yan jî partiyekî be.
Gelek caran li ser bûyerekî axavtinên rojana di civatan de tên kirin, ji bo raya giştî nayên ragihandin. Dema nivîskarek, siyasetmedarek , rewşenbîrek û kesayetek kurd tişta rast bizanibe pêwîste bigihîne raya giştî.
Bûyerên ku îro çedibin ne di berjewendiya Kurdande ye.
Ew aliyên ku dixwazin di ava şêlo de siyaset bête kirin sedemê van bûyeranin.
10.12.2013
Dara Bilek