Cîhan
Esed çekên kîmyewî derxistin rê
Li gor agahdariya ku Rojeva Kurd bi dest xistiye û gotî jî nexwestiye ku navê xwe diyar bike, ew tirsa bikaranîna çekên kîmyewî ku ji Beşar Esed dihate payîn, eşkere bû û Esed çekên kîmyewî derxistin rê jî. Îcar ev sarûxa kîmyewî ka pêşî wê li kurê bikeve, hêj ne diyar e.
Piştî ku NATO biryar da ku wê sarûxên Patriot bihinêre Tirkiyê, Beşar Esed jî sarûxên kimyewî yên Rûsî derxistin holê û niha di rê de ne, diçin ber sînorê Tirkiyê.
Di vî warî de çavkaniyên Îsraîlê jî diyar kirine ku Beşar Eser, ji ber ku van deman zêdetir bala dinyayê ketiye ser Sûriyê û niha ku rewşa hewayê jî pir geremol e, sarûxên xwe yên kimyewî derxistine holê û dişîne hin deverên girîng ên bi ihtîmala ku wê êrîş ji wan deveran ve werin ser Sûriyê.