Cîhan

Esad hevdîtina bi Erdogan re red kir.

Serokomarê Tirkiye  Erdogan, piştî serokê Misrê Sisi re hevdîtinek kir û destê hev hejandin heftiyekî, di derbarê Sûriyeyê da daxuyanî da û diyar kir ku bi Sûriyeyê re pirsgirêk  tên çareserkirin û destnîşan kir ku ew dikarin bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad re pêwendiyê deynin.

Piştî daxûyaniya Erdogan çavê hemûyan li ser Esed bû ka gelo dê çi bêje. Lê şeva borî 3 berpirsên nêzîkî Sûriyê ji Reutersê re axivîn û ragihandin ku, Esed pêşniyara Erdogan a hevdîtina bi Erdogan re bi navbeynkariya Putîn red kiriye.

Yek ji rayedaran got, “Çima em belaş bibin sedema serketina Erdogan? Beriya hilbijartinan nêzîkbûn çênabe.” Wî her wiha got ku Esed fikra civîneke li ser asta wezîrên derve red kiriye. Çavkaniyeke sêyemîn got ku Sûriye “civîneke bi vî rengî bêkêr dibîne heya ku tiştek berbiçav neyê holê”.

Esad beriya 4 rojan ji malpera Syrian Observer re axivîbû. Esad anî ziman ku ji bo başkirina têkiliyan ji Tirkiyeyê hin gavan hêvî dikin û got: Tirkiyeyê nîşan da ku ew amade ye daxwazên Sûriyeyê bi cih bîne. Sûriye ji Tirkiyeyê hêvî dike, tiştên gotîn ne di tenê gotinê de bimîne. Em rastî nizanin  helwesta Tirkiyeyê samîmî ye yan jî tenê manewrayeke siyasî ye.

Hem daxuyaniya 4 roj berê ya Esad û hem jî daxuyaniyên rayedarên Sûriyeyê yên ji ajansa Reutersê re gotibûn, “Sûriye ji Tirkiyeyê çaverêya çi tevgerê dike?” Dibe ku ev yek di nav rêzên daxuyaniyên rayedarên Sûriyê de were dîtin. Sûriyê ji bo asayîkirina têkiliyan dixwaze leşkerên Tirkiyê bi tevahî ji herêmê vekişe. Lê niha dixweyê ev merc ji bo Tirkiye zehmete. Ji ber ku Tirkiye niha amadebûna operasyonek bejayî li Suriye û hinek deverên rojavayê Kurdistanê dike.

Back to top button