Piştî di garantoriya Rusya û Tirkiye de li Suriye agirbest hate ragihandin, dest amadevaniya civinek ya aşitiyê jî hate kirin. Hinek welat li paytextê Kazakistan Astanayê ji bo rewşa Suriye dicivin. Heta niha tê zanin ku Rusya, Tirkiye û Iran tevlî vê civînê dibin.Hêja ne kifşe ka gelo ji aliyê opozisyona Suri kijan grub amade dibin. Gelo hukumeta Suriye dê amadebe yan na. Gelek xalên ne zelal hene.Lê tê zanin ku dê li Astana civînek girîng ji bo Suriye û dawî anina şerê 6 salan pêkwerê.Serokê rejima Suriye Bişar Esad di vê derbarê de axivî û hinek peyam dan. Ev cara yekeme ku serokê Suriye halê rihet û bi awayek xwe serkeftî dibîne kiset dike.Esad dibêje: Em amadene li Astana di derbarê her tiştekî de gotubêje bikin. Lê ji aliyek din Esad dibêje ku, eger hêzên çekdar yên opozisyonê ji dev çekên xwe berdin emê wan efu bikin. Esad got: Hêja em nizanin li himber me dê kî li ser masê rûne.Li ser rewşa xwe jî Esad got: Rewşa min rast bi rast destûrê ve girêdaye. Eger behsa min bê kirin divê destûr werî gotubêj kirin.Li Suriye şerê navxwe Adara 2011ê destpêkir, di encam de heta niha sedê hezara insan hatin kuştin, bi milyona insan ji welat derket û koçber bûn.Niha Suriye di praktîkê de bû 4 parçe. Başûrê Suriye û bajarê Helebê di destê rejimê de ye. Rojava destê opozisyonê de ye û aliyê Kurdistanê di bin kontrola PYDê de ye û beşê din jî DAÎŞ kontrol dike.