Esad di derbarê hevdîtina li gel Erdogan helwesta xwe eşkere kir

Serokê Sûriyeyê Beşar Esad di konferanseke rojnamevanî de li Şamê ji rojnamevanan re ragehand ku, eger hevdîtina bi Erdogan re bigehe encamekî ku di berjewendiya her du welatan de be, hingê ew amade ye wê hevdîtinê bike.
Esad amajê bi wê yekê kir ku, problem di hevdîtina navbera wî û Erdogan de nîne belkî naverokacivîna wan giring e. Eger armanc jê çarekirina arêşeyên navbera her du welatan û baştirkirina peywendiyan û vegeriyana wan ji bo xwezaya xwe ya berê be, hingê em dipirsin çima ev 13 sal in ku arasteya pêwendiyan ji rêya xwe ya xwezayî derkeftiye.”
Esad got: “Heta niha me ji çi berpirsekî Tirkiyeyî nebihîstiye ku behsa wê xalê bi awayekî vekirî kiribe. Em ji bo her pêşengiyekê ji bo asayîkirina pêwendiyan erênî ne û ev jî tiştekî asayî ye, ji ber ku çi kesek hizir di çêkirina arêşeyan bi cîranên xwe re nake.”
Serokê Suriye dibêje: “Ji derveyî hevdîtina navbera her du serokan, bi awayekî giştî pêwendiyên me û Tirkiyeyê berdewam hebûn û li ser astê ewlehiyê, hevdîtin hebûn bi rêya hin navbeynkaran û em jî di wî warî de erênî bûn. Eger çi danûstandin li ser piştevaniya terorê û vekêşana ji ser axa Sûriyeyê nebe, hingê çi mana ji bo civîna bi Erdogan re nînin.”