Îro pênçşem 08/11/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Armîn Kîfurkiyan Cîgirê Serok Wezîrê Komarê Ermenîstanê û şanda li gel kir.

 

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Cîgirê Serok Wezîrê Komara Ermenîstanê û şanda pêre, dîroka hevbeşa her du gelê Kurdistan û Ermenîstanê xisterû û hêvî xwest pêwendiyên di navbera her du aliyan li hemû waran da pêşbikevê û li vî warî de amadehiya Herêmê ji bo hemahengî kirina hemû mebestên pêşxistina pêwendiyan û hatina sermayedar û veberhênerên Ermenî bo Herêma Kurdistanê nîşanda.

 

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serok Wezîrê Komara Ermenîstanê ji bilî gihandina silavê Serok Komar û Serok Wezîr û Serok Parlemena Ermenîstanê, bi kurtî behsa serdana xwe ya Herêma Kurdistanê kir ku bi navê dirustkirina pirekî pêwendiya di navbera Kurdistan û Ermenîstanê li hemû warek da bi taybetî jî ku Herêma Kurdistanê mînakeke serkeftî geşbûye li navçeyê de û ew aramî û avadanî jî cihê rakêşana welatan û sermayedarane bo ku karê veberhênanê bikin û beşdarî li avadankirinê bikin.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: