Cîhan

Hejmara jinan li Kongresa Emerîkada zêde bû

 

Piştî hilbijartinên Emerîka, hejmare endamên jin li Kongresa Emerîka da gihîşt astekî bilindtir.

Li gor encamên dawiya hilbijartinên Kongres hejmara endamên xaniman li encûmena pîran da gihîşt 20 endaman ku berê tu demekî jinan vê rêjeyê li vê encûmenê da nebûye.

Hejmara endamên wan jî li encûmena nûneran da 81 endame, ku eve jî wiha dike hejmara endamên xaniman li pêkhata giştiya kongres da bigihe 101 endam.

Kongresa Emerîka ji du encûmenan pêktê, yekem Encûmena Pîrane ku hejmara endamên wê 100 endame û her herêmek 2 endamên xwe têda heye, ewê din Encûmena Nûnerane ku hejmara kursiyên wan 435 kursiye.

 

Back to top button